Bi alîkarîya qasî 192 milyon Lîreyî ji Xezzeyê re bûn hêvî
Karwana Hêvîyê ku alîkarîyên xwe yên piştî 7ê Cotmehê, di Tofana Eqsayê de, zêde kirîye, ji şîva germ, heta alîkarîya neqdî, ji konan heta alîkarîya tenduristîyê di gelek warî de bi qasî 192 Lîreyî ji Xezzeyê re bû hêvî.
Ev qetlîam û qirkirina ku 2 sal e li Xezzeyê ji teref rejima îşxalker ve tê kirin hemî gelên cîhanê û sazîyên civaka sîvîl rakir ser pîya, lê serokên dewletan û hikimetan ku divê ew gavên mezin biavêtana, di vê pêvajoya qetlîam û qirkirinê tu gavekî neavêtin an jî gavên biçûk avêtin.
Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran îfade kir ku ew di vê pêvajoyê de nêzê 200 milyon Lîreyî alîkarîyê gihandine Xezzeyê, “Em ê ti dem Filistîn û Filistînîyan tenê û bêalîkar nehêlin. Em ê hêvîtîya xwe ya ji Xezzeyê re bidomînin.”
Kurtaran dûre weha got, “Em bi temamî 192 milyon û 43 hezar û 497 Lîreyî alîkarî gihandîye Xezzeyê. Van alîkarîyan jî bi kurtasî ewakî ne; 380 hezar û 447 lîre belavkirina şîva germ, 19 milyon û 886 hezar û 281 lîre alîkarîya neqdî, zexîre, arvan, amûrên paqijîyê, sol, cil û nivîn. 8 hezar û 144 heb heywanên biçûk wek qurban, qasî 615 hezar dolarî projeya nexweşxaneyek, projeya emelîyatê qasî 100 kesan, 2 heb ambûlansên tam tijîkirî, wesayîtekî neqilkirina nexweşan, 4 konbajar ku her konbajarek ji 140 çadiran pêk tê, û bi hezaran amûrên paqijî û alîkarîya ewil.”
Kurtaran bibîrxist ku ew berîya agirbestê bi keştîyek beşdarî Fîloya Sumudê ya Kûrewî bûne û xwestine ku dorpêça li ser Xezzeyê were şikandin. Bi tevî weqfên li Xezzeyê alîkarîyên xwe hêna jî berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê avahiyek heft qatî hilweşiya. Waliyê Qocaeliyê Îlhamî Aktaş ragihand ku malbatek ji pênc kesan di hundirê avahiyê de ye. Lêkolînan eşkere kir ku du kes mirine. Hewldanên ji bo dîtina endamên din ên malbatê berdewam dikin.
Li navçeya Gulnara Mêrsînê mînîbûsa ku karker di nav de bûn û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê wesayîtek ku di rêya xwe de diçû ji nişkav de agir pê ket, di encamê de wesayît bû wek xwelîyê.