Doza ku Umît Ozdag dihat darazandin ji 10ê Îlonê re hat taloqkirin

Hat îfadekirin rûniştina doza ku Serokê Giştî yê Partîya Zeferê Umît Ozdag ku derheqê wî de ji ber “Heqaretkirina ji Serokkomar re” heta 4 sal 8 mehan ceza dihat xwestin, piştî standina parastinan ji 10ê Îlonê re hat taloqkirin.
Ozdag, di doza ku ji ber “Heqaretkirina ji Serokkomar re” dihat darazandin de di Mehkemeya Cezaya Eslî ya 35mîn a Stenbolê derket hemberî hakim. Ji ber ku mirovên beşdar bûne zêde bûn rûniştên ji Mehkemeya Cezaya Giran a 14mîn a Stenbolê re hat birin. Di rûniştinê de Ozdagê ku girtîye û parêzêrên wî amade bûn.
Rûniştin ji teref Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, Serokê Bajarê Stenbolê yê CHPê Ozgur Çelîk, Serokê Giştî yê Partîya Tirkîyeya Serbixwe Huseyîn Baş û îdarevanên Partîya Zeferê ve jî hatin şopandin. Hinek partîyîyên ku li derveyê dadgehê kom bûbûn dema ku ji eywanê re nehatin girtin bi polêsan re di demeke kurt nîqaşê kirin.
Ozdag berîya parastina xwe, nasnameya xwe da naskirin, sûcên ku ji wî re tên gotin red kir û got ku bila daxuyanîyên wî li gorî azadîya îfadeyê bên nirxandin.
Ozdag, xeyn ji vêya îfade kir ku girtina wî ya “Tehrîkkirina gel a bi elenî ji kîn û dijminatîyê re” jî ku derheqê bûyerên li Qeyserîyê di 30yê Hezîrana 2024an de hatibû destpêkirin jî biryarekî sîyasî ye.
Lijneya mehkemeyê, piştî parastinan rûniştinê ji 10ê îlona 2025an de taloq avêt. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Manavgata Entelyayê, mînîbûsa ku geştyar di nav de bûn qulipî, di encamê de 19 kes birîndar bûn.
Li Nevşehîrê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu nexweşxaneya ku Alîkarê Serokê Giştî yê TBMMê Sirri Sureyya Onderê ku tê dermankirin ziyaret kir û bi xizmên wî û rayedarên DEMê re hevdîtin kir.