Hejmara qurbaniyên hilweşîna dûxana periyan li Kapadokyayê gihîşt 3 kesan
Hejmara qurbaniyên hilweşîna dûxaneke periyan li Goreme ya Newşehîrê gihîşt 3 kesan û 5 kes jî birîndar bûn.
Hejmara qurbaniyên hilweşîna dûxana perîyan li ber deriyê Muzexaneya Hewaya Vekirî ya Goreme li Kapadokyayê gihîşt sê kesan.
Ji ber hilweşîna erd û hezazê ku ji ber barana zêde çêbû, yek ji dûxanên perîyan pênc kes birîndar bûn.
Walîyê Newşehîrê Huseyîn Kok ragihand ku di bûyerê de 3 kes canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku rewşa giştî ya tenduristiyê ya birîndaran baş e û dermankirina wan li nexweşxaneyan berdewam dike.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku lêpirsîna bûyerê dest pê kiriye û Alîkarê Serdozger û du Dozgerên Komarê ji bo dozê hatine wezîfedarkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dûxaneke perî ya li ber deriyê Muzexaneya Hewayî ya Vekirî ya Goreme ya li bajarokê Newşehîr ê Goreme hilweşiya. Piştî bûyerê gelek ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin û hate ragihandin ku 2 kesan canê xwe ji dest dane.
Li navçeya Qilabana Şirnexê di qezaya ku otobûseke rêwîyan û qamyonek tê de bûn, şofêrê otobûsê canê xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.
Li Colemêrgê, mînîbûseke ku koçberên neqanûnî tê de ket nav gelîyê, di encama qezayê de 24 kes birîndar bûn.