Heqareta ji Hezretî Muhammed re li Camîya Taksîmê hat protestokirin

Karîkatura ku heqaret ji Resûlê Xwedê re dikir bi banga Platforma Piştgirîya Îslamî ve li Taksîmê hat protestokirin.
Bertekên ji karîkatura kovara Lemanê re têne kirin berdewam dikin. Platforma Piştgirîya Îslamî ji karîkaturên ku Hezretî Muhammed û Hezretî Mûsa hatibûn xêzkirin re daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.
Di vê çarçoveyê de gelê ku li Camîya Taksîmê civîya, îfade kirin ku divê kovara Lemanê bê girtin û failên wan bêne cezakirin.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz a ji teref Usame Çîçek ve hat xwendin dest pê kir, Necmettîn Irmak bi navê Platformê axivî, Wî îfade kir ku heqaretên li dijî Pêxemberê me nayê qebûlkirin.
İrmak bi bîrxist ku Serok û Rêber Hezretî Muhammed ji aleman re wek rehmetê hatîye şandin, “Wan xafilên ku vêya nizanin ji ber îdeolojîyên xwe êrîşê nirxên me dikin. Van xafilan nizanin ku hemû kes ji bo Pêxember dikare canê xwe feda bike û ji bona ku fêhm nekin jî dikevin înadê. Ji bona ku Resûlê Xwedê nas nekin li ser kufrên xwe israr dikin.”
İrmak, “100 sal e wan kesên ku bi şoreşa Kemalîzmê êrîşê me dikin ew ê nikaribin Misilmanan biqutifînin! Hûn nikarin van axên ku bi Tewhîdê hatine dermankirin xerabikin. Heger hûn vêya jî qebûl nekin wê çaxê ji van axan bicehimin herin. Lê hûn herin li ku dîsa hûnê me bibînin. Vêya jî qet bîrva nekin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Erdal Elîbûyûk jî di bernameyê de axivî û îfade kir ku divê wan kesên ku zerarê didin nirxên menewî û dînî bê ceza nemînin.
Elîbûyûk, “Bi hessasîyetên civaka me neleyîzin. Heger hûn wisa zen dikin ku ew ê van êrîş û heqaretên we bêceza bimînin hûn zanibin ku di nav şaşîyekî de ne. Heger di serî de hiqûq van tiştan bêceza bihêle, hûn zanibin ku ummeta Îslamê baş dizane van zimanan wê çawa bide sekinandin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Gemlîka Bûrsayê di mezinahîya 4,3yan de erdhejk pêk hat, hat îfadekirin erdhej li Stenbolê jî hat hîskirin.
Li bajara Silêmanî ya Herêma Kurdistanê di seatên êvarê de du ÎHA hatin xistin xwarê.
Palehîya di orta Hezîranê de dest pê kir, li herêmên biav berhem gelek baş e, li herêmên bêav jî mixabin rewş nebaş e.