Li Silêmanî du ÎHA hatin xistin xwarê

Li bajara Silêmanî ya Herêma Kurdistanê di seatên êvarê de du ÎHA hatin xistin xwarê.
Çavkanîyên herêma Kurdistanê îfade kirin ku li herêma Taslujaya Silêmanî di seatên êvarê de du balafirên bêînsan yê hewayê hatine xistin xwarê.
Di bûyerê de candayîn û birîndarbûn pêk nehat, derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Yekîneya 70emîn a ku girêdayê hêzên Peşmergeyê ne ve hat belavkirin de, hat îfadekirin yek ji ÎHAyên ketine ji Taxa Taslujayê re ketîye, yê dinê jî îsabetê nêzê baregeha yekîneyê kirîye. Drona ku ketîye nav cîhên sîvîlan bû sedema tirsê.
Berdevkê yekîneyê Ahmed Latîf, ragihand ku ÎHAyekî ket nav herêma jîngehan yê dinê jî li herêma baregehê ketîye. Di herdu bûyeran de jî mirî an jî birîndar çênebûn.
Di dîmenên ku hatin parvekirin de tê dîtin ku di ketina wesayîtan de dengekî bilind derketîye.
Ji bona ku were tespîtkirin ÎHA aîdê kêne tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Gemlîka Bûrsayê di mezinahîya 4,3yan de erdhejk pêk hat, hat îfadekirin erdhej li Stenbolê jî hat hîskirin.
Palehîya di orta Hezîranê de dest pê kir, li herêmên biav berhem gelek baş e, li herêmên bêav jî mixabin rewş nebaş e.
Karîkatura ku heqaret ji Resûlê Xwedê re dikir bi banga Platforma Piştgirîya Îslamî ve li Taksîmê hat protestokirin.