Palehîya genim berdewam dike: Cotkar kêfxweş e

Palehîya di orta Hezîranê de dest pê kir, li herêmên biav berhem gelek baş e, li herêmên bêav jî mixabin rewş nebaş e.
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê 3 hefte berê palehî dest pê kir, berhem rûyê cotkaran kêfxweş kir. cotkaran îfade kirin ku genim li herêmên biav baş e, lê li herêmên bêav jî hêj zerarê cotkar jî temîn nake.
“Berhem li gorî par îsal baş e”
Seyfettîn Solmaz îfade kir ku erdên wî yê biav berhem baş in, “Rewşa genima me baş e, tev erdên biav in. Me lê nihêrt jî, keda xwe kir navê; zibil da, ava wî da, dermana wî kêm nekir. Me nêzê hezar donim genim ajot, berhem baş e. Em wisa hêvî dikir ku di nav donimekî de 500-600 kîlo were lê niha ji wî jî zêdetir hatîye. Li gorî sala parîn îsal baş e. Deynê ceryanê yê sala borî me dike nav zehmetê lê genim îsal xelas dike. Îsal şilî tinebû, dema ku baran barîya jî yên ku ziwa bûbûn ji xwe ziwa bûbûn. Heger baran zêde hebûya ew ê baş bibûna.”
Solmaz derheqê mesrefa xwe de jî axivî û weha got, “Mesref zêde ye. Zibil serê xwe girtîye û diçe, ferqa ceryanê jî jê tineye, mazot ji xwe çûye. Û bi vê şeklê em tiştekî bidestnexist jî zerarê dikin. Fîyeta koma ewil a genim 13 hezar û 750 ye. Fîyet jî li gorî proteînê vediguhere. Taciran bi 12 hezarî difroşin.”
“Em nikarin bighêjin mesrefan”
Necmettîn Solmaz destnîşan kir ku îsal li herêmên ziwa tiştekî baş bidestneket:
“Ji ber ku îsal şilî û baran tinebû li herêmên ziwa tiştekî tineye. Li herêmên biav palehî heye, ew jî ji xwe mesrefên ku hatine kirin xelas nake. Cotkar ji fîyetên ceryan, zibil û mazotê aciz bûye. Niha tona zibilê 30, mazot 55 Lîre ye. Desteka ku dewletê dide me jî temamê wî diçe Dedaşê. Desteka ku dewletê ji bo pemûyê dabû min, min temamê wî da Dedaşê. Niha em genimên xwe kom dikir û ji taciran re difroşin. Ji bona ku mesrefên xwe dikaribin bidin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Gemlîka Bûrsayê di mezinahîya 4,3yan de erdhejk pêk hat, hat îfadekirin erdhej li Stenbolê jî hat hîskirin.
Li bajara Silêmanî ya Herêma Kurdistanê di seatên êvarê de du ÎHA hatin xistin xwarê.
Karîkatura ku heqaret ji Resûlê Xwedê re dikir bi banga Platforma Piştgirîya Îslamî ve li Taksîmê hat protestokirin.