Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bona ku zefera berxwedana Filistînê pîroz bikin û piştgirîya xwe ya ji wan re bidin nîşandan ji Bedenên Dîyarbekirê re afîşekî bimane daleqandin.
Têkçûna rejima sîyonîst, di serî de li Filistînê li hemû alema Îslamê bi coş û beş hat pîrozkirin.
Weqfa Evîndarên Pêxember bal kişand ku ew ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ku Tofana Eqsayê dest pê kirîye vir ve gelek bernameyan tertîp kirine, di bernameya xwe ya dawîn de jî ji Derê Kupelî ya Bedenên Dîyarbekirê re posterekî ku li ser dihat nivîsandin “Zefer Yê Ku Bawer Dikin in E” daleqand.
Di posterê de bi tevî serokê Şehîd Îsmaîl Henîyye, Yahya Sînwar û Salîh El Arûrî û Ebû Ubeyde fotoxrafên Şêx Seîd û Saîd Nursî jî cîh girtin.
Di heman demê de di peyamê de weha dihat gotin, “Ji Warê Seîdan, Ji Amedê Ji Ewladên Qehreman Ên Xezzeyê Re Silav Be” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kartalkayaya Bolû di encama şewata ku li otelekê derket de hejmarê mirîyan derket 66 kesan û 51 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu dê di 22ê Çileyê roja Çarşemê de ji bo hinek hevdîtinan biçe Mêrdînê.
Bendava Dîcleyê ya li Navçeya Egîlê ya Dîyarbekirê ku di sala 1986an de dest bi çêkirina wê kir û di sala 1997an de bi dawî bû, gelek şêniyên derdora wê di bin avê de man. Şêniyên taxa Tekya ku bîranînên wan di bin avê de mabûn, bîranînên xwe vegotin.