Hat ragihandin ku dê sibê bi wesîleya Hefteya Qudsê ya Cîhanê li Êlihê ji bo azadiya Qudsê û berxwedana gelê Filistînê meşek bê lidarxistin.
Di çarçoveya Hefteya Qudsê ya Cîhanê de 25ê Çile roja Şemiyê ji bo piştgiriya azadiya Qudsê û berxwedana Filistînê ji teref rêxistinên sivîl ve wê meşek bê lidarxistin. Meş wê saet di 16.00an de dest pê bike û piştre wê bi daxuyanîyeke girseyî ya çapemenî dawî bibe.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku piştî meşa ku tê texmînkirin tevlîbûneke mezin tê kirin de, bal li ser pîroziya Qudsê û têkoşîna mafdar a gelê Filistînê were kişandin.
Di daxuyanîya ku ji teref rêxistinên sîvîl ve hat dayîn de ku hemû gel vexwendibûn çalakiya ku dê sibê bê lidarxistin de weha hat gotin: "Em wek rêxistinên sivîl ên Êlihê bi alên Tewhîd û Filistînê û pankartên di destên xwe de ji bo meşê li benda hemû gelê xwe ne. Dê sibê saet di 16.00 de bi minasebeta Hefteya Qudsê ya Cîhanê û şûnde daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bê lidarxistin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Îlgîn a Qonyayê di encama qezaya ku otobusa rêwîyan li qamyon û romorkek rawestayî qelibî pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.
Muhammed Aytaç Gumuş ku li Dîyarbekirê dijî, xercaneya di qumbereya xwe de û pereyên ku li dibistanê ji hevalên xwe kom kiribû ji bona ku ji hevalên xwe yên li Xezzeyê re bê belavkirin teslîmî Karwana Hêvîyê kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Mêrsînê Faruk Dînç ji bo felaketa şewata li Kartalkayaya Bolûyê teftîş bike çû Bolûyê. Dînç û heyeta pê re birîndaran jî ziyaret kirin.