Ji Parlamenterê HUDA PARê Demîr berteka DEDAŞê: Dev ji zilma ku cotkaran dike nav deynan berdin

Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PAR Şahzade Demîr, di axavtina xwe ya ku di civîna Komîsyona KÎT a Meclîsê de axivî de, bal kişand ku cotgar ji ber qutkirina ceryanê ya kêfî yê DEDAŞê, fatoreyên zêde û blokeyên neqanûnî yên di piştgirîya çandinîyê de mexdûrîyet pêk tên.
Di Komîsyona Teşebbûsên Îktîsadî ya Raya Giştî yê Meclîsa Gel a Mezin ê Tirkîyeyê de, hesabên sala 2021-2022 a Şîrketa Belavkirina Ceryana Tirkîyeyê (DEDAŞ) hat dîtin, Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PAR Şahzade Demîr di civînê destûr xwest û pirsgirêkên cotkarên herêmê anît rojevê.
“Digel daxuyanîyên Serokkomar fatore tên çêkirin”
Demîr destnîşan kir ku di warê ji piştrigîya dewletê ya ji cotkaran re ji teref DEDAŞê ve tên blokekirin de gelek gilîyan digrin, Demîr anît ziman ku ev blokekirina ku ji piştgirîya dewletê re tê kirin nehiqûqîye û got, “Divê ev neheqî û bêhiqûqî bê dawîkirin, bi lez û bez rastkirina qanûnî bê kirin”
Demîr destnîşan kir ku sûbvansîyona ceryanê hatîye rakirin û ji ber vê yekê, cotkar ji hilberînê dûr ketîye.
Hat îfadekirin ku qutbûnên ceryanê yên bi kêfî û cezayên komî mexdûrîyetan zêdetir dike.
“Hêrsa li herêmê ya ji DEDAŞê re roj bi roj zêde dibe”
Demîr destnîşan kir ku têkilîya welatî û şîrketê hema hema hatîye ber biqutbûnê, gotin û îthamên giran ên li dijî DEDAŞê jî di navbera gelê herêmê de zêdetir dibe, “Ez di nav neynukan de dibêjim, gelê herêmê ji DEDAşê re êdî dibêje ‘rêxistina terorê’. Ev binavkirin jî wehameta rewşê dide ber çavên me.”
“Ji bo berdewamîya hilberînê desteka ji cotkaran re şert e”
Şahzade Demîr îfade kir ku melîyetên zêde yên di warê ceryanî zibil, tov, mazot û dermanan de cotkaran gelek dike nav zehmetîyê, “Destekên ku dewlet dide ji vê sivikkirinê gelek dûr e. Divê desteka ceryanê bê zêdekirin û ev jî bê daîmîkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Erdheja bi lerza 6,2 ku li peravên Sîlîvriyê li Behra Marmarayê pêk hat li Stenbol û bajarên derdorê bû sedema panîkeke mezin.
Li peravên navçeya Bûyûkçekmeceya Stenbolê di mezinahîya 4,1an de erdhejek pêk hat.
Walîtîya Stenbolê ragihand ku tedawîya 151 welatiyên ku di erdheja bi lerza 6,2an da ji bilindahiyê xwe avêtibûn û birîndar bûbûn, dewam dike û metirsiya canê wan tune ye.
Wezîrê Perwerdehî ya Neteweyî Yusuf Tekîn ragihand ku piştî erdheja bi lerza 6,2 ya ku navenda wê li Sîlîvrîya Stenbolê pêk hat dibistan ji bo 2 rojan hatin tetîklirin.