Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji bo malbatên hewcedar kelûpelên malê û piştgiriya xwarinê peyda dike
Karwana Hêvîyê di çarçoveya çalakiyên alîkariyê yên ku bi piştgiriya xêrxwazên li Êlihê pêk tîne de, alîkariya xwarin û kelûpelên malê da sê malbatên mihtac.
Mehmet Emin Uraz, Cîgirê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Êlihê, diyar kir ku ew tevî şert û mercên zivistanê jî hewldanên xwe yên alîkariyê ji bo kesên hewcedar didomîninû der barê xebatên berdewam de hûrgilî dan.
Uraz diyar kir ku, li gorî serlêdanên ku ew werdigirin, ew şert û mercên jiyana malbatan li cihê buyerê lêkolîn dikin, hewcedariyên wan destnîşan dikin û alîkariya amadekirî rasterast digihînin malbatan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber berfa zêde û tofanê li Bedlîs, Wan, Colemêrg û Mûşê rêya 1644 gundan hatiye girtin.
Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Mehmet Eşîn ragihand ku ew ê piştî nimêja înê li hewşa Mizgefta Fatîhê ji bo şehîdan nimêja cenazeyê ya xiyabî bikin.
Ji ber berfa zêde, qeşa û talûkeya cemidandinê, hemû saziyên perwerdehiyê yên li 19 bajaran roja Înê 2ê Çile hatin girtin.