Li Kahtaya navçeya Semsûrê ji bo malbatên êtîm û feqîr ku hefteyekê dewam bike, Kerwana Hêvî vekir.
Kermesa ku tê de cil û berg û xwarinên curbecur tê de hene, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên xêrxwazan dê hefteyekê li ber otogarê berdewam bike. Welatiyên ku xwarinên ku li malê çêdikirin ji bo ku bi dilxwazî tevkariyê li kermesê bikin anîn, diyar kirin ku hêviya wan bi bereketa Xwedê heye.
Mehmet Sîvîlê Serokê Karwana Hêvîyê ya Kahtayê derheqê kermesê de agahî da û got, “Kermesa me ya xêrxwaziyê ya ji bo malbatên êtîm û feqîr wê 7 rojan berdewam bike. Hemû birayên me yên li vir bi dildarî xizmetê dikin. Xwedê hemû birayên me yên ku li vir piştgirî û xizmetê dikin razî be. Ez xwişk û birayên xwe vedixwînim kermesa me ya li ber otogarê.
Welatiyên beşdarî kermesê bûn diyar kirin ku ew bi beşdarbûna kermesa ku ji bo êtîm û malbatên feqîr hatiye vekirin kêfxweş in û spasiya kesên ku keda wan di vê xizmeta bi fêde de heye kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Selçuka Îzmîrê ji ber şewata ku bi qulipîna sobeya ceryanê pêk hat ve 5 xûşk û bira ji dûmanê tesîrdar bûn û canê xwe ji dest dan.
Zarokên ji Entabê yên ku ji bo Pêşbirka "Wî Bixwîne, Wî Bijî" ya Siyer-î Nebî ya ku her sal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin de amadehiyê dikin, diyar kirin ku armanca wan ew e ku jiyana Pêxemberê me hîn bibin.
Li navçeya Reza a navenda Diyarbekirê di avahiyekê de şewat derket. Zarokê ku ji ber metirsiya ceyranê di nava şewatê de mabû, di encama hewldanên dijwar ên ekîbên îtfaîyeyê de hat rizgarkirin û dermankirin.
Hêzên îşxalê, ji doh êvarê heta serê sibeha Duşemê ve li Şerîaya Rojavayê herî kêm 20 kesan êsîr girt.