Kermesa Karwana Hêvîyê ya li Dîyarbekirê berdewam dike
Kermesa ku ji hêla Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ve li Qada Şêx Seîd ji bo malbatên feqîr tê lidarxistin, ew ê heta êvarê Yekşemê berdewam bike.
Karwana Hêvîyê ku ji malbatên feqîr, êtîm û sêwîyan re alîkariya maddî û cûrbicûr dide xebatên xwe didomîne.
Karwana Hêvîyê ku li Qada Şêx Seîd a Dîyarbekirê ji bo malbatên mihtac ev bû hefteyek e kermesek xêrxwaziyê li dar dixe, ji şîranî û xwarinên malê bigire heya cil, pêlav, kelûpelên malê, aksesûar û xwarinên cûrbecûr pêşkêş dike.
Karwana Hêvîyê ku dawiya vê hefteyê ji bo bexşvanên ji Dîyarbekirê hinek çalakiyên civakî plan dike, ew ê çalakiyên bazara xwe bi festîvalek dînî roja Yekşemê biqedîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç diyar kir ku divê modela perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî li gorî daneyên zanistî ji nû ve were avakirin û got, "Mehrûmkirina her xwendekarekî bi heman qalibê akademîk, paşguhkirina jêhatîbûn û meylên pîşeyî yên takekesî ye."
Li ser rêya Isparta-Afyonkarahîsarê mînîbûsa ku karkerên çandinîyê di nav de bûn û kaşkerek li hev qelibîn, di encamê de 17 kes birîndar bûn.
Tê texmînkirin ku îro li Stenbolê, bi taybetî li aliyê Anadoluyê, ji nîvro pê ve, baran zêde bibe. AKOM ragihand ku dibe ku li hinek deveran heta 100 kîlogram baran li ser metreçargoşeyî bibare.