Kerwana Umudê ji Misirê kamyonên alîkariyên mirovî şandin Xezzeyê

Kerwana Umudê ya ku ji bo Xezzeyê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi kamyonên alîkariyê yên însanî yên ku li Misrê amade kiribûn ber bi Xezzeyê ve bi rê ketin.
Karwana Umudê ya ku piştî Tofana Eqsayê ya di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir, li hemberî qirkirina rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê bêdeng namîne û bênavber xebatên alîkariyê li herêmê didomîne, piştî agirbesta ku di 19ê Çile de ket meriyetê xebatên xwe yên alîkariyê jî zêde dike.
Ekîba Kerwana Umudê ku li Misirê bû ji bo kordînekirina alîkariyên ku ji bo Xezzeyê bên şandin, berhemên xwarinê yên curbecur, nivîn, cil, pêlav û berhemên cil û bergan ên zivistanê ku berê dihatin peydakirin û li depoyeke li nêzîkî paytext Qahîreyê dihatin ragirtin, paket kirin û li ser kamyonan siwar kirin da ku bi rêya Deriyê Sînor ê Refahê derbasî Xezzeyê bibin.
Alîkarê Serokê Kerwana Umudê Cafer Okmen der barê xebatên xwe yên alîkariyê de ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û got:
“Em niha li embara barkirinê ya li Qahîreyê ne. Me berê sewqiyata xwe di ser Urdunê re dikir. Niha eger Xwedê destûrê bide, emê sewqiyata xwe ji Misir û Qahîreyê bikin. Di kamyonên me de berhemên cilûbergên zivistanê, pêlav, pîjama, şal û fasûlî, ard û pakêtên xwarinê hene. Bi hêviya ku em wan bi şeklê konvoyekê ber bi Xezzeyê bişînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Konseya Têkilîyên Îslam-Emerîkî (CAIR), ji ber piştgiriya wê ya ji binpêkirinên mafên mirovan li Xezzeyê doz li dijî hikûmeta Emerîkayê vekir. Dozên wê bi rêveberiya nû werin veguhestin berdewam bikin.
Êsîrê filistînî Naîl el-Berxusî yê ku 45 sal di zîndanîn siyonîstan îşxalker de derbas kir wê di rojên pêş de azad bibe.
Wezareta Karên Dîn û Weqfana Xezzeyê ragihand ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ji 1244 mescîdên li Şerîda Xezzeyê 1109 mescîd hilweşîyane.
Hêzên îşxalê yê siyonîst, duh di demên şevê de hîn bêhtir erebeyên leşkerî û buldozeran şand bajarê Tulkerîmê û qampên Tulkerîm, Nur Şemsê. Li herêmê êrîşên hilweşandin, xerakirin û şewitandina xaniyên didome.