Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd dest pê kir
![Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd dest pê kir Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd dest pê kir](/img/NewsGallery/2025/2/15/442718/FeaturedImage/c8e22da9-ad58-4cb4-b88f-2e7399eb39f7.webp)
Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd ku ji teref HUDA PARê ve îro û sibe li Dîyarbekirê tê tertîpkirin, bi beşdarbûna gelek alim, dozvan û sîyasetmedaran ve dest pê kir.
HUDA PARê, vê hefteyê li Dîyarbekirê “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” li dar dixe.
Di komxebatê de ew ê derheqê çareserîya meseleya Kurd de wê perspektîfên cuda û nerînên cuda bêne bidestxistin.
Rûniştina yekemîn a komxebatê bi pêşkêşvanîya Fatîh Taş û xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Di rûniştina yekemîn a ku ew ê Abdurrahman Akdag moderatortîyê bike de;
Mehmet Metîner – Di Meseleya Kurd De Ji Dema Borî Heta Îro Lêgerînên Çareserîyê
Yildiray Ogur - Pêşketinên Herêmî û Ji nû ve Gotûbêja Meseleya Kurd
Abdulqadîr Turan – Pirsgirêka Muhatapbûnê, Gelo Dawîkirina Terorê? An Jî Gelo Çareserkirina Meseleya Kurd?
Mustafa Armagan – Derheqê "Kodên Dîrokî yên Yekitiya Kurd-Tirk" de axavtinan bêne kirin.
Beşdarvanan, ew ê di Komxebatê de li ser aliyên dîrokî, civakî û sîyasî yên meseleya kurd de biaxivin û çareseriyan pêşkêş bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kerwana Umudê ya ku ji bo Xezzeyê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi kamyonên alîkariyê yên însanî yên ku li Misrê amade kiribûn ber bi Xezzeyê ve bi rê ketin.
Artêşa Ukraynayê, li xeta borîya Rusyayê ya ku petrola Qazakîstanê vediguhast Ewropaya Rojava xist.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike hat Enqereyê.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 5an de erdhejek hat meydanê.