Li Derîyê Sînor a Îpsalayê 1,5 ton tiryak hat bidestxistin
Li Derîyê Sînor a Îpsalayê ya Edîrneyê operasyonek hat lidarxistin, di operasyonê de 1,5 ton eroîn û metamfetamîn ku dihat xwestin ji Ewrûpayê re were şandin hat bidestxistin.
Operasyon bi xebatên hevkar ên ekîbên Qaçaxçîtîya Muhafaza ya Gumruka Îpsala û Midûrtîya Îstîxbaratê ve hat lidarxistin. Hat îfadekirin ku tireke ku ji 9ê Hezîranê ji Îranê birê ketîye, ji bona ku biçe Yewanistanê hatîye Derîyê Sînor a Îpsalayê.
Dema ku tir di cîhaza X-Rayê de derbas bû tiştên ne normal hatin tespîtkirin û bi tevî kuçikên pispor xebat hati destpêkirin.
Di encama xebata ku hat kirin de tev de 1,5 ton eroîn û metamfetamîn hat bidestxistin. Şofêrê tirê A.P.G. jî hat binçavkirin û hat girtin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, piştgirî da banga Ebû Ubeydeyê bo welatên garantor û ji Tirkîye, Qeter û Misirê xwest ku tavilê dev ji helwesta xwe ya pasîf berdin.
Li navçeya Qosera Mêrdînê, di qezayek trafîkê ku du wesayît li hev qelibîn de, kesek mir û çar kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Artukluya Mêrdînê di navbera du malbatên ku bûyerek di nav wa de derbas bûbû û di wê bûyerê de kesekî canê xwe ji dest dabû de sulh çêbû.