Li Dîyarbekirê bernameya nixumandinê hat lidarxistin
Di encama xebata ku ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatiye kirin de, bernameya "Ez Niyet Dikim Serê Xwe Bigirim, Fermana Te Li Ser Serê Min e" ji bo keç û zarokên ku serê xwe digrin li Dîyarbekirê bi eleqeyek mezin hate lidarxistin.
Bi sedan zarok û malbatên wan beşdarî bernameya ku li qada Hezretî Suleyman a li navçeya Sûrê ya navenda bajarê Dîyarbekirê hat lidarxistin bûn.
Bi sedan zarok li Mizgefta dîrokî ya Mezin kom bûn ber bi qada Hezretî Suleyman ve meşîyan, di destê zarokan de pankart û alên tewhîdê hebûn.
Bernameya ku li qada Hezretî Suleyman hat lidarxistin, bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Piştî axaftina pêşwaziyê û xwendina îlahîyan, Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş Xoce li ser girîngiya rojê axavtinek kir.
"Hûn leşkerên herî baş ên Xwedê yên ku hevalên Şeytan ji wan herî zêde nefret dikin in"
Goktaş di destpêka axaftina xwe de êrîşên torên têkder ên li dijî sembolên Îslamî wekî şerekî mezin bi nav kir û got, " Di vê dinyayê de herbekî wisa mezin heye ku ev herb ji herba ku însanên dinê jê fêhm dikin mezintir e. Di vê herbê re tank, top û tiving tinene lê ez sond dixwim ku ev herb niha li ser rûyê erdê herba herî mezin e. Ev herb di navbera mirovên biexlaq û bêexlaqan de diqewime. Bi taybetî jî di navbera van qîzên me yên ku rûyê wan bi nurê xemilîye û mirovên ku şeytan wan xapandîye de derbas dibe. Ji ber vê yekê hûn leşkerên herî xweşik ên Xwedê ne ku şeytan û dostên wî ji we gelek ditirsin."
"Seferbertîya nixumandinê yên qîzên me niha li gelek cîhên welat tê tetbîqkirin"
Goktaş, di axaftina xwe de destnîşan kir ku xebat û bernameyên bi vî rengî yên li Dîyarbekirê têne lidarxistin ji bo bajarên din jî mînak in û wiha axivî:
"Bi taybetî keçên Dîyarbekirê, welatê Îslamê, xelkê bajarên din ên Anadolîyê û Tirkiyeyê niha te wek mînak digirin û rêya te dişopînin. Xelkê wir li te dinêrin, te heyran dikin û te teqlîd dikin. Ev ne tenê propaganda ye. Ev meşên ku tu li dar dixî, ev çalakiyên ku tu ji Mizgefta Mezin dest pê dikin, bi civakê re deng vedidin û li seranserê Tirkiyeyê belav dibin."
Piştî axaftina Goktaş, alimên ji deverên cuda yên cîhanê yên ku ji bo beşdarbûna Hevdîtina Alimanan a ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve hatî lidarxistin hatibûn Dîyarbekirê, qada bernameyê ziyaret kirin.
Alimên ji ser sûrên bajarê Dîyarbekirê zarokan pêşwazî kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tê texmînkirin ku toza ku ji Sûrîyeyê tê heta roja Sêşemê piştî nîvro tesîrê li hinek deveran bike û bi tundî li deverên Dîyarbekir, Riha, Mêrdîn û Êlihê bidome.
Tê gotin ku çar baregehên PKKê li herêma Baze ya Herêma Kurdistanê hatine valakirin.
Di 11emîn Hevdîtina Alimanan de ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve hate lidarxistin, alim û nivîskarê Filistînî Dr. Newaf Tekrurî got, "Xezze navenda dawetê ye, navenda sebrê ye! Di çavê Misilmanekî de divê cîhan çawa be? Xezzeyê bi jiyana xwe, bi helwestên xwe û bi tevgerên xwe yên li hember bûyeran vêya nîşan daye..."