Li Dîyarbekirê ji ber dizîna 2.5 kîlo zêr ji zêrfiroşekî heşt kes hatin girtin

Di lêpirsîna dizîna nêzîkî 2.5 kîlo zêr ji zêrfiroşekî li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê de, heşt kes, ku pênc ji wan jin in, hatin girtin.
Bûyer di 20ê Îlonê de li zêrfiroşgehekê li Kolana Gazî qewimî.
Sê jin ketin hundirê kargehê, zêrên ji ser vîtrînê girtin û reviyan. Dizî ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên kargehê ve hat qeydkirin.
Tîmên Daîreya Polîsan a Parêzgehê dîmenên kamerayan ên ji herêmê lêkolîn kirin û heşt şikdarên têkildarî bûyerê tespît kirin. Hat dîtin ku ew di du wesayîtên cuda de diçûn.
Mêrên ku di operasyonê de hatine girtin, çarşefên ku di dema bûyerê de bi kar anîbûn li xwe kiribûn. Yek ji şikdaran ji ber sûcekî din 17 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Di lêpirsînê de hat hînbûn ku heman şikdar bi bûyerek din a li Denizliyê ve jî têkildar in ku tê de bi qasî 350.000 lîre zêr hatine dizîn.
Piştî karûbarên li qereqola polîsan, ew heşt kes sewqî dadgehê hatin kirin. Ew ji aliyê dadgeha nobedar ve hatin girtin û şandin girtîgehê. Hin ji zêrên dizî vegeriyan xwediyê wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê hat lidarxistin de bang li hikûmetê kir ku Fîloya Sumuda Kûrewî biparêze.
Li Êlihê di navbera du koman de şerekî çekdarî derket û kesên li dibistanê panîkek mezin kişandin.
Bernameya dawî ya çalakiyên "Jiyan bi Nimêjê Xweş e", ku ji teref Evîndarên Pêxember ve ji bo perwerdekirina zarokan li ser nimêjê hatine destpêkirin, dê roja Yekşemê, 28ê Îlonê, li kampusa Mizgefta Kurşunlu ya li Dîyarbekirê were lidarxistin.