Li Dîyarbekirê motorbisiqlet li peya xist: 1 mirî

Li navçeya Kayapinara navenda Dîyarbekirê, qezaya motorbisiqletê pêk hat, di encamê de peyayekî canê xwe ji dest da, 2 kesên ku li ser motorêbûn jî birîndar bûn.
Qeza, li nêzê Çarrêya Lunaparqê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, motorbisiqleta ku diçû, li peyaya ku dixwest derbasî alîyê dinê bibe qelibî.
Di encama qezayê de du kesên ku li ser motorêbûn birîndar bûn, peyayek jî ji ber qezayê giran birîndar bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Peyaya ku giran birîndar bû, digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.
Birîndarên dinê jî hêj di bin tedawîyê de ne.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Vê salê di çarçoveya bernameyên 23yê Nîsanê de di dibistanên Dîyarbekirê de ji bo Xezzeyê kermes tên tertîpkirin, xwendekaran jî ji mîkrofonan re axivîn û îfade kirin ku li hember bomberdmanên rejima îşxalker kermesekî rojekî kêm dibîne û divê her roj destek bê dayîn.
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji bo 15 bajaran di asta renga zer de hişyarî da.
Di bin navê pîrozkirina 23ê Nîsanê li hinek dibistanan, ji zarokan re reqs û leyîstikên ku ne li gorî zarokan in hatin kirin û ev jî bû sedema bertekan.