Li Entalyayê di şantîyeyekî de felaketa bablîsokê: 4 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Kepez a Entelyayê di herêmeke şantîyeyê de bablîsokek tesîrdar bû, di encamê de 4 karker canê xwe ji dest dan, karkerek jî birîndar bû.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Entalyayê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku di dema saet 23.00an de li Taxa Fevzî Çakmakê ji ber bablîsoka ku pêk hat 4 karker canê xwe ji dest dan, karkerek jî birîndar bû.
Hat îfadekirin ku bablîsok bû sedema parçebûna du qonteyniran.
Di dawîya daxuyanîyê de ji bo karkeran rehmetî ji Xwedê daxwazîya rehmê hat kirin û ji bo malbatên jî sersaxî hat xwestin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirê ku li zeviya petrolê ya Magripê ya li Garzanê, ku di navbera Êlih û Misircê de ye, derket, bi saya hewldanên ekîbên îtfaîyeyê hate vemirandin, her wiha karkerê ku di bûyerê de bi giranî birîndar bûbû jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û lijneya pê re di civîna xwe ya li Bexdayê de li ser temînkirina sotemeniyê ji bo bazara navxweyî û ewlehîya zevîyên petrolê li hev kirine.
Li navçeya Xemûr a Agiriyê, di lihevketina qamyonek û wesayîtekî de 5 kes canê xwe ji dest dan û şofêrê qamyonê jî birîndar bû.