Li Entelyayê mînîbûsa ku geştyar di nav de bûn qulipî: 19 birîndar

Li navçeya Manavgata Entelyayê, mînîbûsa ku geştyar di nav de bûn qulipî, di encamê de 19 kes birîndar bûn.
Qeza, di seatê 08.00an de li Bûlwara Yoruk Mustafa Beya Taxa Gundogduyê pêk hat.
Hat îfadekirin ku mînîbûsa ku di bin îdareya F.K. de bû, ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û qulipî baxçeya ser rê.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê, ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.
Li gorî diyarîyên ewil di encama qezayê de şofêr û 18 geştyarên Rûsî birîndar bûn.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat îfadekirin rûniştina doza ku Serokê Giştî yê Partîya Zeferê Umît Ozdag ku derheqê wî de ji ber “Heqaretkirina ji Serokkomar re” heta 4 sal 8 mehan ceza dihat xwestin, piştî standina parastinan ji 10ê Îlonê re hat taloqkirin.
Li Nevşehîrê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu nexweşxaneya ku Alîkarê Serokê Giştî yê TBMMê Sirri Sureyya Onderê ku tê dermankirin ziyaret kir û bi xizmên wî û rayedarên DEMê re hevdîtin kir.