Li Manîsayê di înşaeta rêya trêna bilez de hilweşîn pêk hat: 9 birîndar

Di qezaya ku li navçeya Alaşehîra Manîsayê di dema çêkirina rêya trêna lez û bez de hilweşîn pêk hat de 9 karker birîndar bûn.
Bûyer, li Taxa Gumuşçayê ya Alaşehîrê li qada înşaata rêya trêna bilez a Îzmîr-Enqereyê pêk hat.
Rebara ku karkerên înşaetê li ser radibûn ji ber sedemeke ku nayê zanîn hilweşiya.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên cendirme û tenduristiyê hatin sewqkirin.
9 karkerên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatın rakirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr di daxuyaniya xwe ya li Meclisa Mezin a Tirkiyê de banga piştgirîkirina cotkarên ku bi hişkesaliyê re têdikoşin, ji holê rakirina kêmasiyên binesaziyê li Wanê û bidawîanîna polîtîkayên dûrxistina Efxenistanê kir.
Li Bêdlîsê tir û mînîbûsekî li hev qelibîn, di encama qezayê de mirovekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Cîhanbeylîya Qonyayê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat.