Li Orduyê kîloyek metamfetamîn bidestxistin
Li Orduyê, di lêgerîna wesayîteke rawestiyayî de kîloyek metamfetamîn hate bidestxistin û 3 şikdar hatin girtin.
Beşa Têkoşîna li dijî Sûcên Narkotîk a girêdayî Daîreya Polêsan a Parêzgehê di çarçoveya têkoşîna xwe ya li dijî madeyên hişber de operasyonek li dar xist.
Sê gumanbar di 21ê Hezîranê de hatin girtin piştî ku wesayîta wan bi gumanbarî hate rawestandin.
Di lêgerîna wesayîtê de, 1 kîlo û 50 gram metamfetamîn di nav perçeyên metalî yên kursiyên kampê de veşartî hat dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanliyê derbarê dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî de pirsek nivîskî pêşkêşî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin kir.
Li navçeya Polatliyê ya Enqerê, ji ber ku wesayîta wan li qamyonekê rawestiyayî qelibî, 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Qursên Quranê yên havînê yên ku ji hêla Rêveberiya Karûbarên Dînî ve têne organîzekirin, ew ê roja Duşemê di 6ê Tîrmehê de dest pê bikin. Serlêdanên ji bo qursan ew ê heta 13ê Tîrmehê berdewam bikin.