Wesayît li qamyonekê qelibî: 4 mirî
Li navçeya Polatliyê ya Enqerê, ji ber ku wesayîta wan li qamyonekê rawestiyayî qelibî, 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza, li ser Rêya Borsa ya li Taxa Îstîklal qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîta ku ji hêla B.Y. ve dihat ajotin, li qamyoneteke ku ji hêla E.D. ve dihat ajotin û li ber benzînxaneyê parqkirî bû qelibî.
Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, polês û îtfaîyeyê ji cihê bûyerê re hatin şandin.
Ekîbên tenduristî destnîşan kirin ku şofêr B.Y. û rêwiyên H.K. û Ş.Y. li cihê bûyerê mirine.
Hat îfadekirin R.Y. ku bi birînên giran ji wesayîtê hate derxistin, digel temamî midexeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanliyê derbarê dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî de pirsek nivîskî pêşkêşî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin kir.
Qursên Quranê yên havînê yên ku ji hêla Rêveberiya Karûbarên Dînî ve têne organîzekirin, ew ê roja Duşemê di 6ê Tîrmehê de dest pê bikin. Serlêdanên ji bo qursan ew ê heta 13ê Tîrmehê berdewam bikin.
Li Orduyê, di lêgerîna wesayîteke rawestiyayî de kîloyek metamfetamîn hate bidestxistin û 3 şikdar hatin girtin.