Li Sêrtê 6 kîlo esrar hat bidestxistin, 6 şikdar hatin binçavkirin
Di operasyona li dijî firotina maddeyên hişber de, di nav wesayîtekî de 6 kîlo esrar hat bidestxistin û 1 jê welatîyê biyanî 6 şikdar jî hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûrtîya Şûbeya Micadeleya bi Sûcên Narkotîkê ya Midûrtîya Ewlehîya Bajêr, di çarçoveya xebatên pêşîlêgirtina firotin û bikaranîtina maddeyên tiryakê de operasyonek li dar xist.
Di nav wesayîta ku bi çibheya firotina maddeyê hişber hat sekinandin de, bi tevî kuçikên pispor lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê de 6 kîlo esrar hat bidestxistin.
Hat îfadekirin di encama operasyonê de 1 jê welatîyê biyanî 6 şikdar jî hatin binçavkirin.
Mirovên şikdar teslîmî dadgehê hatin kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwanê Hêvîyê, di çarçoveya kampanyaya "Botek û Montek" a ku her sal li dar dixe de, bi hatina hewayên sar re li Dîyarbekirê alîkarîya cil û bergên zivistanê da zarokên hewcedar.
Li ser rêya bejahî ya di navbera navçeya Tetwan a Bedlîsê û Wanê de, li nêzî gundê Koyluca, di qezaya trafîkê de 13 kes birîndar bûn.
Li navçeya Reşadîyeyê ya Tokatê ambûlansek ku diçû îxbarê û mînîbûseke rêwîyan li hev qelibîn. Di encamê de 3 jê tenduristvan 20 kes birîndar bûn.