Li ser rêya Semsûr-Samsatê qeza: 1 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Samsat a Semsûrê, wesayîtek ji paş ve li trektorekî xist, di encama qezayê de 1 kes canê xwe ji dest da, 1 kes jî birîndar bû.
Qeza, li nêzê gundê Dut a navçeyê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 02 SA 129 ya ku di bin îdareya A.A. de bû, ji paş ve li trektora bi plaqeya 49 AAJ 007 ya ku di bin îdareya N.K. de bû xist.
Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê A.A. bi giranî birîndar bû, H.M. yê ku di nav wesayîtê de rêwî bû jî li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên polêsa li Mûşê di nav wesayîtekî de lêgerîn kirin, di encamê de 60 kîlo skunk hat bidestxistin.
Bi hezaran namzed û xwendekar di saetên serê sibehê de ji bona ku bikevin îmtîhana YKSê birê ketin û di eywanên îmtîhanê de cîhê xwe girtin. Di wê kelecanê de hat dîtin ku hinek namzed dereng jî man.
AFADê diyar kir ku li Behra Spî di mezinahîya 5,3yan de erdhejek çêbû.