Li Stenbolê barana rekor hat qeydkirin: 2.722 kes hatin rizgarkirin
Walîtiya Stenbolê ragihand ku ji dema ku Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di sala 1942an de dest bi pîvandinê kiriye, herî zêde baran lê bariye, li Beykozê 261 kîlogram baran li ser her metrekareyekê bariye.
Ji ber barana zêde 46.597 personel hatin wezîfedarkirin û 2.722 welatî hatin rizgarkirin. Li seranserê bajêr 16 rê ji bo trafîkê girtî ne û li 14 cihan operasyonên rizgarkirinê yên biçûk berdewam dikin.
Walîtiya Stenbolê derbarê xebatên piştî barana zêde ya ku bandor li tevahiya bajêr kir de daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xebat di bin hevrêziya Walîtiyê de û bi beşdariya hemû sazî û rêxistinan tê meşandin.
46.597 personel beşdar bûn
Hat ragihandin ku AFAD, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, şaredariyên navçeyan, Fermandariya Artêşa 1emîn, Polês, Cenderme, Parastina Peravan, Heyva Sor û hemû sazî û rêxistinên peywendîdar di bin koordîneya Walîtiya Stenbolê de li qadê nobedariyê dikin.
Hat ragihandin ku bi tevahî 46.597 personel, ji wan 8.597 personelên rizgarkirinê û 38.000 personelên piştgiriyê, di operasyonan de beşdar bûne.
2 hezar û 722 welatî hatin rizgarkirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 2 hezar û 722 welatî li seranserê Stenbolê bi karanîna qeyikan û wesayîtên cûda hatine rizgarkirin, û operasyonên rizgarkirinê yên piçûk li 14 cihan berdewam dikin.
Hat ragihandin ku li hemû 39 navçeyên Stenbolê, welatiyên ku hewcedarê stargehê ne, di bin hevrêziya parêzgariyên navçeyan de li deverên ewle hatine bicihkirin û pêdiviyên wan ên xurekî ji aliyê Heyva Sor a Tirkiyeyê ve hatine temînkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê, zarokê 14 salî M.D. dema ku ajalên xwe diçêrand, birûskê lê da û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Serokê Karûbarên Perwerdehiyê yê HUDA PARê Yahya Ograş got, "Ger keçikek li gorî baweriya xwe serê xwe binixumîne û li gorî baweriyên xwe tevbigere, di cîhana îroyîn de astengkirina wê ji vê yekê tiştekî sade ye. Ev yek rejîmeke totalîter a hov nîşan dide."
Di barana dijwar a ku li Stenbolê barî de, zarokekî 14 salî ku li Fatîhê ceryanê pê gir û kesek ku li Sariyerê ji ber lehiyê bi giranî birîndar bûbû, digel temamî mudaxeleyên tenduristî yên li nexweşxaneyên ku ew lê birin, nehatin rizgarkirin.