Li Stenbolê bi dehhezaran mirov ji bo Şehîd Îsmaîl Henîyye meşîyan

Li Stenbolê bi hezaran mirov bi banga STKyan derketin derve, ji bo şehadeta Serokê Biroya Sîyasî ya Îsmaîl Henîyye ku ji teref rejîma sîyonîst a îşxalker ve hat şehîdkirin meşek li dar xistin û protesto kirin.
Welatiyên ku qetilkirina Heniyê û qetlîama li dijî xelkê bêguneh ê Xezzeyê protesto kirin ji bo nimêja êvarê li camiya Fatîhê hatin cem hev.
Piştî nimêja êvarê ya li camiyê bi deh hezaran kes heta Qad û Meydana Beyazîtê meşiyan.
Ji rayedarên HAMASê Talal Nasir di axavtina xwe ya li vir de weha got: "Daw û doza me ne dozeke ku bi qumandarê ve girêdayî ye. Doza me dawa Îslamê ye ku em di dilê xwe de digirin. Em bi navê Xwedê sond dixwin. Pêşî em soz didin. Ji Xwedê re û paşê jî ji Îsmaîl Heniyeyê ku îro hat şehîdkirin em ê tu carî dest ji daw û doza xwe bernedin. “
Nasir bang li welatên Ereb û Îslamî kir û got, "Eger zarokên hatin qetilkirin we nekin yek, wê çi we bike yek? Ger şehîdên ku me dane we nikaribin bînin cem hev, wê çi we bîne cem hevdu? Ger fermandar û qumandarê me yê îro şehîd ket we nikaribe bîne cem hev, wê çi bîne cem hev?”
Piştî axaftina Nasir, alîkarî serokê giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Erdal Elîbuyuk xîtabê gel kir û weha got:
“Îro me bersiv da Şehîd Henîyye ya ku em pir jê hez dikin û daketin meydanan. Lewra ev yek wesiyeta wî ya dawî bû. Mislimanên ku 40 hezar şehîd wan nikarin bînin cem hev anîn cem hevdu. Wî hemû civak, nêrînên siyasî, civak, komele, weqf, hemû rengên ummetê anîne cem hevdu. Sond dixwim dijmin ne xurt e, bi Xwedê dijmin ne xurt e, pevçûnên di navbera me de hejmara şehîdan zêde dike. Tiştê ku me xemgîn kir ew bû ku îsraîl ne teknolojî ne çek ne cebilxane û ne jî hêzên emperyal ên ku piştgirîya wan dikirin e, yê ku me xemgîn dike Misilman in.”
Serokê Weqfa Sîyerê Muhammed Emîn Yildirim jî axaftinek kir û got, “Eger daw û dozek mensûbên xwe yên herî baş dike qurban, bizanibin ku zafer û serfîrazî nêz e.”
Yildirim dûre weha got, “Me yên herî baş yek bi yek di rêya Xweda de feda kirin û îro jî me Îsmaîlê xwe feda kir. Em dizanin û bawer dikin ku; bi hêviya ku ji 7ê Cotmehê û vir ve merhaleya ku dest pê kiriye û ji niha û pê ve ti kes nikaribe vê rewşê bisekinîne. Yan em ê hemû ji bo azadiya Mescida Eqsayê û Qudsê feda bibin, yan jî mehkûmê heqaretê bin. Xwişk û birayên min ên delal ên ku îro ev meydan tijî kirine, careke din ev yek nîşan dan; Serkeftin nêzîk e û dema ku em vê xwînê birijînin em ê ummeta razayî îhya û şîyar bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî daneyên TUÎKê, firotinên xanîyan li gorî daneyên heman meha sala çûyînê sedî 6,8 zêde bû û meha Tebaxa sala 2025an de bû 143 hezar û 319. Firotina herî zêde li Stenbolê pêk hat.
Di lêpirsîna ku li dijî Can Holdîngê hat kirin de, ji ber sûcên “sazkirina rêxistina sûc”, “qeçaxçîtîya bacê”, “xapandin” 5 kes hatin qefaltin, 1 kes jî hepsa malê girt.
Li Bîlecîkê di encama li hev qelibîna erebeya tîcarî û kamyonetê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di encamê operasyonên ku li dijî sûcên siberê di 10 rojên dawîn hatine kirin de 125 kes hatine girtin, 94 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatine berdan.