Li Stenbolê di mezinahiya 4.1an de erdhejek nû pêk hat

Li peravên navçeya Bûyûkçekmeceya Stenbolê di mezinahîya 4,1an de erdhejek pêk hat.
Rêveberîya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) ragihand ku li Behra Marmarayê bi lerza 4,1 erdhejek pêk hat.
Bi kûrahiya erdheja ku di saet 07.19an de pêk hat 7 kîlomêtro hat pîvandin.
Erdheja bi lerza 6,2 ku li peravên Sîlîvriyê li Behra Marmarayê pêk hat li Stenbol û parêzgehên derdorê bû sedema panîkeke mezin.
Piştî erdheja bi lerza 6,2an 184 erdhej çêbûn. Pispor dibêjin ku ev erdheja nû dibe ku piştî erdhejê jî be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya TBMMê de destnîşan kir, pêwîst e ku ji wesayeta makeqanûna heyî xilas bibe û wiha got: "Berpirsiyariya me ya hevpar e ku em makeqanûneke tevhev û adil li ser nirxên neteweyê pêk bînin."
Erdheja bi lerza 6,2 ku li peravên Sîlîvriyê li Behra Marmarayê pêk hat li Stenbol û bajarên derdorê bû sedema panîkeke mezin.
Walîtîya Stenbolê ragihand ku tedawîya 151 welatiyên ku di erdheja bi lerza 6,2an da ji bilindahiyê xwe avêtibûn û birîndar bûbûn, dewam dike û metirsiya canê wan tune ye.