Mesrûr Barzanî: Em naxwazin bibin aliyekî ti şer û pevçûnekê
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku hikûmeta herêmê piştgirî dide hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo ku çek tenê di destê hêzên fermî de bin. Barzanî her wiha got ku herêma Kurdistanê naxwaze bibe aliyek ji ti şerekî li herêmê.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew parastina ewlehiya herêmê û dûrketina wê ji pevçûnan didin pêşîyê û ew piştgiriyê didin hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo komkirina çekan di bin kontrola dewletê de.
Barzanî ji Al Jazeera re got ku ti alî zextê li hikûmeta herêmê nake ku tevlî şer bibe û got, "Pêşîniya me parastina herêma Kurdistanê û dûrxistina wê ji pevçûnan e."
Barzanî diyar kir ku herêma Kurdistanê berê rastî êrîşên dijwar hatiye, û got ku zêdetirî 1000 êrîş bi roket û balafirên bêmirov li dijî herêmê hatine kirin.
Barzanî îddîa kir ku êrîş rasterast ji Îranê an jî bi rêya hinek komên ku ji axa Îraqê tevdigerin hatine kirin. Wî diyar kir ku piştî ku Emrîka û rejîma sîyonîst di 28ê Sibatê de şerê xwe yê li dijî Îranê dest pê kirin, ev êrîş zêdetir bûne.
Barzani her wiha îdiayên ku dibêjin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rejîma sîyonîst de têkiliyek heye red kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Êlihê ya Weqfa Êtîman, ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê, ji 250 zarokên sêwî yên ku di çarçoveya projeya "Êtîmekî Perwerde Bike" de li weqfê qeydkirî bûn re piştgiriya perwerdehiyê ya ku ji kelûpelên nivîsgehê pêk dihat da.
Li navçeya Kula ya Manîsayê, ji ber ku qamyonetek li qamyonekê qelibî, kesek mir û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di derbarê pevçûna navxweyî ya li Yemenê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê welatên herêmê li şûna ku di şerê navxweyî yê di navbera Misilmanan de alî bigirin, ji bo aştiyê înîsiyatîf bigirin û daxwaza agirbestek mayînde û rakirina dorpêçê kir.
Li Êlihê, wesayîtek ku şofêrê wê kontrola wê winda kir li bariyera navîn qelibî. Di qezayê de çar kes, ku di nav wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn.