Meteorolojîyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde da
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojîyê ragihand ku ji sibeha Înê pê ve li 14 bajarên rojhilatê Behra Spî, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û deverên derdorê barana herêmî ya giran tê texmînkirin. Li hinek herêman baran ew ê bi şiklê şilp û berfê bibare.
Li gor hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê sibe ji saet 09.00an pê va li Hetay, Entab, Kilis, Semsûr, Riha, Dîyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Xarpêt, Çewlig, Bedlîs û Colemêrgê ji saet 09.00an pê va baraneke heremî gur bibare.
Her wiha li navçeyên başûrê Meletîyê û navçeyên rojavayê Mûşê jî barana herêmî ya zêde tê pêşbînîkirin.
Li herêmên rojhilat tê texmînkirin ku berf bibare
Bi gelemperî tê texmînkirin ku baran bi şêweyê baran û bahozên gurr bibare, û her ku germahî li rojhilatê herêmê dadikeve, tê pêşbînîkirin ku li deverên rojhilatê Şirnexê û derdora Colemêrgê bibe şilp û berf.
Tê texmînkirin ku baran roja Înê bi şev li rojavayê herêmê kêm bibe, lê li rojhilat heta êvara Şemiyê, 7ê Mijdarê berdewam bike.
Hişyarî li ser metirsiya lehiyê û erdhejê
Meteorolojiyê hişyarî da ku barana zêde dikare bibe sedema lehiyê, lehiyên ji nişka ve, birûsk, erdhildan, teyrokên piçûk ên herêmî û astengiyên veguhastinê, û ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst bigirin.
Tê texmînkirin ku hişyarî di 6ê Mijdarê saet 09:00an de dest pê bike û di 7ê Mijdarê saet 19:00an de bi dawî bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç destnîşan kir ku nebûna zelaliyê di lêpirsîna li ser kes û komên ku tê îddîakirin di sextekariya fonan de cih girtine ku bi sed hezaran veberhêner bûne qurbanî, şibhe û spekulasyonên raya giştî zêde kiriye.
Li navçeya Serê Kanîyê ya Rihayê, di qezayeke trafîkê de qamyonetek li traktorekê qelibî, di encama qezayê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li ser rêya Mûş-Kulpê ji ber baran û mijê qamyonetek ji rê derket û kete xendekê, di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.