Ozgur Ozel dîsa bû Serokê Giştî yê CHPê

Ozgur Ozelê ku di kongreya awarte ya CHPê de wek tekane namzedê hevrikiyê kiribû, bi wergirtina dengên piraniya delegeyan dîsa bû serok.
CHPê di demekê de ku îddîayên bi guman ên derbarê Kongreya Asayî ya 38an de di pêvajoya darazê de dihatin kirin de 21emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist.
Di kongreyê de tekane namzeta serokatiya giştî Ozgur Ozel bi piştgiriya mezin a delegeyan ji nû ve hate hilbijartin. Di hilbijartina ku 1323 delegeyên kongreya CHPê de dengê xwe dan de, Ozel bi 1171 dengên derbasdar dîsa bû serok.
Delegeyan jî ji bo diyarkirina endamên Meclîsa Partîyê ya ji 60 kesî û Lijneya Dîsîplîna Bilind a ji 15 kesan pêk tê deng dan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kamyonek li tankerekê qelibî û wergeriya, zarokê 2 salî canê xwe ji dest da û dê û bavê wî jî birîndar bûn.
Li Stenbolê di operasyona li dijî DAIŞê de 20 kes hatin binçavkirin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan weha got, “Di warê taktîkî de helkirina hinek tiştan a îsraîlê, tehdîda mezin a ku di warê stratejîk de ji bona xwe çêdike naguherîne.”
Ji bo banga Platforma Piştevaniya Rojnamegeran a ji bo Filistînê ku di nûçeya sereke de ji bo bîranîna Rojnameger Hîlmî El Feqayî û hemû şehîdên di êrîşên dawî yên li Xezzeyê de şehîd bûne, ekranan ji bo deqekî reş bikin hat kirin.