Ji bo rojnamegerên ku li Xezzeyê hatine qetilkirin qenalên TVyê bertekek hevpar nîşan dan

Ji bo banga Platforma Piştevaniya Rojnamegeran a ji bo Filistînê ku di nûçeya sereke de ji bo bîranîna Rojnameger Hîlmî El Feqayî û hemû şehîdên di êrîşên dawî yên li Xezzeyê de şehîd bûne, ekranan ji bo deqekî reş bikin hat kirin.
Di demekê de ku hinek qenalên televîzyonê yên neteweyî û navneteweyî ekranên xwe 1 deqîke bi tevahî reş kirin, hinekan jî ronahiya studyoyê vemirandin û wêneyên 210 rojnamevanên ku heta niha li Xezzeyê şehîd bûne, di nav wan de Hilmî Feqayî ku di êrîşa dawî de şehîd bûbû jî heye, li pêş, li paş nîşan dan.
Rehber TV ku li sê parzemînan weşanê dike, ji bo bîranîna rojnamegerên hatin qetilkirin bi vegotina qetlîamên di dema vekirina nûçeya sereke de hatin kirin, ekrana xwe 1 deqîqe reş kir.
TRT û TRT Newsê dîmena bi sernavê "Bombeyan li heqîqetê dibarînin" ku ji teref Platforma Hevgirtina Rojnamegeran a ji bo Filistînê ve hatî amadekirin hat weşandin û pêşkêşvanan qala qetlîamên rejîma îşxalker û hedefgirtina rojnamegeran kirin.
Qenala TRT World jî studyoya xwe tarî kir û wêneyên 210 rojnamegerên ku heta niha hatine kuştin demeke dirêj li ser ekranên mezin û Hilmî El Feqayî yê ku di êrîşa dawîn de şehîd bûbû, di pêş de hişt.
Qenala Haber Turkê jî qetlîamên ku li Xezzeyê hatin kirin şermezar kir û nûçeyên xwe yên sereke bi qetlîamên di êrîşên dawî de, bi rêya rojnamevanê ku hat kuştin, dest pê kir.
Yek ji qenalên TVnetê jî zext û zordariyan anî ziman û destnîşan kir ku rejîma îşxalker rojnamegeran dike hedef û wan dikuje û dixwaze ku rastîyan veşêr bide.
A Haber, TV 24, CNN Türk, TGRT û gelek qenalên din jî xeberên ku qetlîam şermezar dikin weşandin.
TRT Afrika, TRT Global û TRT World, TRT Arabia û TRT Balkan jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî sînevîzyona hevpar a qetlîamê şermezar kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Barîna berfa ku li tevahiya welat tesîrdar bû, li Şirnexê jî tesîra xwe nîşan da. Li navçeyên bilind ên bajêr qalindahiya berfê gihîşt 25 santîmetreyan.
Xwendekarên ji Entabê di Pêşbirka Sîyarê ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin de diyarîyan qezenc kirin, diyariyên xwe di bernameya Mewlûda Nebî de wergirtin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî û di axavtina xwe bang de kir ku bila ji cotkarên ku ji qeşaya zîraetê tesîrdar bûne re destek bê dayîn.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê wesayîtek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.