Rojnameger-Nivîskar Ogur: HUDA PAR di cihekî wisa de ye ku di navbera kurdan û hukûmetê de hevpeyvînekî çêbike

Rojnameger-Nivîskar Yildiray Ogurê ku di “Komxebata Çareserîya Însanîya ji bo Meseleya Kurd” a HUDA PARê de peyivî û destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya hêza însanî û siyasî ya Kurdan "çek" e û bal kişand ser rola çêker a HUDA PARê ya di çareseriya meseleya Kurd de.
“Komxebata Çareserîya Însanîya ji bo Meseleya Kurd” a ku HUDA PAR li Diyarbekirê pêk tîne bi beşdarbûyîna gelek akademîsyen, ehlê ilm û sîyasetmedaran didome.
1'emîn Danişîna Komxebatê ku tê de nêzîkatiyên ji perspektîfên cuda yên li ser çareseriya meseleya Kurd hatin nîqaşkirin, bi pêşkêşkirina Perwerdekar Fatîh Taş û tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir.
Di Danişîna 1. de bi moderatoriya Abdurrahîm Akdag; Beşdaran di Komxebatê de aliyên dîrokî, civakî û siyasî yên pirsgirêka Kurd nîqaş kirin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê anîn ziman.
Rojnameger Nivîskar Ogur ku weke axaftvan beşdarî rûniştina yekemîn a komxebatê bû, li ser mijara bi sernavê "Geşedanên Herêmê û Ji nû ve nîqaşkirina Meseleya Kurd" axivî.
Ogur da zanîn ku ji ber ku di civîneke ku meseleya Kurd lê hatiye nîqaşkirin de ev yek tê wê wateyê ku lêgerîna çareseriyê ya heta niha bi ser neketiye û wiha dewam kir, “Ev nasnameya hevpar di çareseriya meseleya Kurd de me serkeftî nekiriye. Ji ber vê yekê meseleyek li vir heye. Ji ber vê yekê em kêşeyên li Tirkiyeyê û bêhesasiyeta Tirkiyeyê li aliyekî bihêlin, em behsa herêmeke ku operasyona bi navê 'Enfal'ê lê hatiye kirin dikin. Yanî em behsa herêmekê dikin ku bi ayeteke Quranê li dijî kurdan operasyon hat kirin. Ji ber vê yekê ew bi rastî vê meseleyê çareser nake. Li vir pirsgirêkek heye. Ji ber vê yekê tenê bi van referansan axaftin meseleyê çareser nabe. Ji ber wê jî mirov dev ji dîrokê û hemû barên wê berde û were roja îroyîn pir berçavtir e. Bi dîtina min hewceye li ser şert û mercên îroyîn analîzek bê kirin.
“Çareseriya meseleya Kurd barê li ser milê me hemûyan e”
Ogur got divê meseleya Kurd ji gelek alîyan ve bê peyivîn û wiha dewam kir, “Dema ku em dibêjin pirsgirêka kurd, em bahse pirsgirêkeka tevlîhev dikin ku bi dehan mijar, di serî de dîrok, di nava hevdû de ne. Ji ber vê jî meseleyeke wisa hêsan nîne. Ji ber vê jî çareseriya meseleya Kurd barê me hemûyan e. Barekî pir giran e. Ji ber ku pirsgirêkên ziman, pirsgirêkên statûyê, pirsgirêkên destûrî, pirsgirêkên mirovên li girtîgehan, beşên bi qanûnên sûc û çekan re hene.
“Bi hebûna rêxistineke çekdarî ve gelek pirsgirêkên me hene”
Ogur destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke ku mirov biçûk bibîneye û got, "Ji ber ku ev çek 40 salên dawî yên meseleya Kurd rastî hegemonîzekirinê hatiye û dibe ku li pêşiya nîqaşkirina meseleya Kurd û avêtina pêngavê bibe asteng.
Îro şîdet, çek û PKK ne tenê netîce, bûye sebebê meseleya Kurd li Tirkîyê. Gelek mijarên jiyanî yên meseleya Kurd bi rastî rasterast bi çekan ve girêdayî ne. Lewma gelek pirsgirêkên me yên girêdayî hebûna rêxistineke çekdar hene. Kesên di zindanan de, qeymeqam, ev hemû pirsgirêkên ku bi qada gewr a di navbera çek û siyasetê de û di çarçoveya qanûnê de, ango bi van şîroveyên ne hiqûqî li hemberî van kesan bi kar anîne. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ji holê rakirina çekan wê di meseleya Kurd de pirsgirêkek ji ya ku em difikirin pir mezintir ji holê rake.”
“Astengîya li ber qeweta beşerî û sîyasî ya Kurdan çek e”
Ogur destnîşan kir ku qewetekî beşerî û sîyasîyeke muthîş ê Kurdan heye, encax astengîya li ber vê qeweta beşerî û sîyasîyeke muthîş çek e.
Ogur weha got, “Çek, niha qeweta sîyasî û beşerî krîmînalîze dike. Ji micadeleya derheqê çareserîya Meseleya Kurdan de re tu alîkarîyekî nade. Çîmkî ne mimkin e ku PKKê li Tirkîyeyê herêmekî bi dest bixe û parçeyek ji li vê derê veqetîne. Ev demekî dirêj e ku ne mimkin e. Li gorî teknolojîyê jî ne mimkin e ku îro bi çekan micadele bê kirin. Bawerî û daxwaza Kurdan a micadeleya bi çekan êdî nemaye. Ji Tirkîyeyê beşdarbûna ji PKKê re gelek kêmbûn heye. Û faktora sêyemîn a mezin û muhîm jî axavtina meseleya Kurd a li Tirkîyeyê ye. Devlet Bahçelî bi gaveke dîrokî di vê meseleyê de rolekî mezin girt. Niha li Tirkîyeyê du kes hene ku wê bangê bike, yek Devlet Bahçelî, yek jî Erdogan bû. Yanê ger ku Birêz Zekerîya vê bangê bikirana muhtemelen ew ê derheqê wî de tehqîqat bihata destpêkirin.”
“HUDA PARê, di cîheke ku di navbera Kurdan û îqtîdarê de dîyalogê dikaribe çêbike de disekine”
Ogur bal kişand ku ev merhaleya ku em hatiêe firsedekî gelek muhîm e, “Bi taybetî ez ji li vê derê wisa difikirim ku rolekî gelek muhîm û çêker ê HUDA PARê heye, ew dibe ku rolekî rûyê navberîyê bikarbîne. Yanê di cîheke ku di navbera Kurdan û îqtîdarê de dîyalogê dikaribe çêbike de disekine. Bi taybetî jî HUDA PAR, bi zêdekirina diyalogên xwe yên bi Îslamîyên li rojavayê Tirkiyeyê re û bi tesîra xwe ya erênî ya li ser partîyê re, ji bo ku ev pirsgirêka bêçekbûnê di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi pêş ve biçe, dikare bibe hêzeke girîng ku pirsgirêka Kurd û daxwazên Kurdan bîne ser maseyê.”
Ogur di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku di çareserîya meseleya Kurd de lazimetîyeke mezin ji rûyekî navber ê wek HUDA PARê re heye, “Ji ber ku Devlet Bahçelî di nav vê meseleyê de ye vê karê gelek hêsan dike. Ji xwe Serokkomar di vê meseleyê de demekî dirêj e alîgir e. Feqet ji bo kûrkirina vê yekê, ji xeynî çekan di mijarên din ên pirsgirêka kurd de berfirehtir bibe û pirsgirêkên pêbaweriyê yên li aliyê Tirkan ji holê rabin, hewcedarî bi navbeynkariyên wekî HUDA PARê heye. Ez hêvî dikim ku ev civînan bibe sedema vana.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kerwana Umudê ya ku ji bo Xezzeyê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi kamyonên alîkariyê yên însanî yên ku li Misrê amade kiribûn ber bi Xezzeyê ve bi rê ketin.
Artêşa Ukraynayê, li xeta borîya Rusyayê ya ku petrola Qazakîstanê vediguhast Ewropaya Rojava xist.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike hat Enqereyê.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 5an de erdhejek hat meydanê.