Şehîdên Xanikê li ser gorên xwe hatin yadkirin

Li gundê Xanikêya navçeya Hezexa Şirnexê di sala 2015an de ji teref PKKyîyan ve Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan hatibûn şehîdkirin, herdu şehîd jî di salvegera xwe de li ser gorên xwe hatin yadkirin.
Di bernameyê de şehîd Huseyîn Demîrel, Abdulxafur Bal, Ayşe û Fatma yên ku berê hatibûn şehîdkirin jî hatin yadkirin.
Bernameya ku li Xanikê hat tertîpkirin bi dua û xwendina Quranê berdewam kir.
Ji bernameyê re Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk, teşkîlatên navçe û bajarê Şirnexê, malbat û xizmên şehîdan jî beşdarî bûn.
“Em di şexsê şehîdên xwe de ji hemû şehîdên Îslamê re minetdar in”
Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk destnîşan kir ku divê qîmeta xwîna şehîdan baş bê zanîn, “Hûn nikarin li hinek cîhan bi gotinan qala şehîdan bikin. Em çi bibejên jî ew ê cîhê şehîdîyê negire. Em ji şehîdên Îslamê wek şehîd Muhammed Şerîf, şehîd Abdulcelîl, şehîd Abdulxafur, şehîd Huseyîn, şehîd Ayşe û Fatma re minettar in. Dema ku em li şehîdên xwe binêrin em ê bibînin ku van şehîdên me canê xwe yên ku ji hemû tiştan bahaye fedayê Xwedê kirine. Ji bona keştîya Îslamê bimeşe şehîdên me xwîna xwe feda kirine. Em çiqas jî şikir bikin hindik e. Ji dîrokê heta îro şexsîyeta kufrê tu dem neguherîye. Ew ê ji Hz. Adem heta qîyametê jî ewakî berdewam bike.”
“Şehîd şahid e, her şehîdek şahidê dewra xwe ye”
Çevîk weha berdewam kir, “Çawa ku îro Xezze li ber çavên me Eshabê Uhdud e, di roja me de para me jî heye. Ji ber vê yekê em çiqas şikir bikin hindik e. Em jî hevparê vê mîrasê ne. Derheqê şehîdan de gelek ayet û hedîs hene. Mertebeya şehîdan piştî Pêxemberan mertebeya herî mezin e. Şehîd şahid e, her şehîdek şahidê dewra xwe ye. Em warisê şehîdan in. Xwedê di Qurana Pîroz de derheqê jîyana şehîdan de ji me re gelek mizgîniyan dide. Xwedê me ji mîrasa wan dûr neke. Li cîhekî şehîd hebe, deccal, şeytan û fitne nakeve wan deran. Divê em xwîna şehîdên xwe biqîmet bibînin. Em xwe bi doza ku şehîdên me ji me re hiştine re girê bidin. Em doza Îslamê ji derdorê xwe re bibin. Hetanî ku Îslam bibe hakim, divê malê me, canême, bazirganîya me, ewladên me û xewa me ji me re heram bibe.”
Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Ebexa Wanê, du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Di salvegera 15emîn a Mavi Marmarayê de bi piştgiriya gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo azadiya Xezzeyê û Qudsê li Stenbolê meşek mezin tê lidarxistin.
Ji teref Karwana Hêvîyê ve berê li hinek bajaran wek Riha, Wan û Sêrtê projeya marketa civakê hatibû vekirin, ev proje li Stenbolê jî hat vekirin.
Li Dîyarbekirê mînîbûsa ku ragihanîya rêwîyên nav welat dikir ji nişkavde şewitî. Dema şewatê ji teref qemerayên telefonan ve hat qeydkirin.