Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy, tê Tirkîyeyê

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, daxuyand ku ew ê bi Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan re were cem hev.
Zelenskîyê ku beşdarî Konferansa Ewlehîya Muhînê ya 61emîn ku li bajara Munîha Elmanyayê hat tertîpkirin bû, derheqê zîyaretên xwe yên derveyê welat ên ji bo rojên pêş de daxuyanîyan da.
Zelenskîy diyar kir ku ew ê biçe Mîrgehên Yekbûyî yê Ereban, li vê derê wê derheqê çarçoveya herba Rûsya-Ukraynayê de û li derheqê meseleyên pevguhertina êsîran û bernameya alîkarîya însanî de hevdîtinan bike.
Hat îfadekirin ku Zelenskî wê dûre biçe Erebistana Sûidî û dûre jî ji bo zîyareteke fermî bê Tirkîyeyê.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, daxuyand ku ew ê bi Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan re were cem hev. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kerwana Umudê ya ku ji bo Xezzeyê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi kamyonên alîkariyê yên însanî yên ku li Misrê amade kiribûn ber bi Xezzeyê ve bi rê ketin.
Artêşa Ukraynayê, li xeta borîya Rusyayê ya ku petrola Qazakîstanê vediguhast Ewropaya Rojava xist.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike hat Enqereyê.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 5an de erdhejek hat meydanê.