Weqfa Evîndarên Pêxember banga Xezzeyê kir
Krîza însanî ya ku li Xezzeyê diqewime di rojên dawîn de zêdetir mezin bû. Li alîyê dinê jî di êrîşên îşxalkeran de hejmarê şehîdan de jî zêdebûnî heye. Ji vê sebebê ji Dîyarbekirê banga piştgirîyê hat dayîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember, ew ê li Dîyarbekirê piştî nimêja Înê ji bona ku balan li ser krîza însanî bide kişandin ew ê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar bixe.
Di daxuyanîya ku ji alîyê navenda Weqfê ve hat belavkirin de weha hat gotin:
“Em ji bo Xezzeyê li meydanan in…
Hemî gelê me dawetî bernameya me ya daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ya ku bi navê îcabetkirina banga gelê Xezzeyê û sekina me ya li cem wan li dar bixin dikin.”
Hat destnîşankirin ku bername wê li ber Plaza AZCyê ya li Ofîsê were lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Hêvîyê ya Rihayê bê navber xebatên xwe yên alîkariyê ji bo malbatên bê dê û bav û bêkes didomîne. Di marketa civakî de, di meha Mijdarê de gelek malbat karîn bi awayekî azad hewcedariyên xwe bi cih bînin.
Di operasyonên li dijî firotina maddeyên hişber ên bi rêkxistî yê li Mûxla û Îzmîrê hat lidarxistin de 1 ton û 367 kîlo skunk, 57 hezar hebên ecstasy û 2 hezar û 120 gram pregabalin hat bidestxistin. 17 şikdar hatin binçavkirin.
Doh êvarê li navçeya Yeşîlyura Meletîyê helîkopterek leşkerî qeza kir û di encamê de 4 leşker canê xwe ji dest dan.