Weqfa Evîndarên Pêxember peyama “Mewlûda Nebî” ya sala 2025an parve kir

Weqfa Evîndarên Pêxember, peyama “Mewlûda Nebî” ya sala 2025an li Cizîra ku bernameya ewil hat tertîpkirin parve kir. di peyamê de derheqê meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê de peyamên balkêş hatin dayîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember, di çarçoveya “Jîyandin û Fêhmkirina Sunneta Hezretî Muhammed” de her sal bernameyên Mewlûda Nebî tertîp dike, Weqf, vê salê jî bi şîara “Rêberê Berxwedanê Hezretî Muhammed” bernameyan da destpêkirin.”
Temamê peyamê ewakî ye:
“Hemd, mexsûsê Xwedayê ku Rebbê alemê ye re. Selat û selam; li ser ebd û Pêxemberê wî Hezretî Muhammed ku rêberê berxwdanê, li ser ehlê beyta wî û eshabê wî be.
1- Berxwedan; Mizgînîya Zeferên Nêz û Pîroz e: Rêberê Berxwedanê Hz. Muhammed e. (s.a.s.)
Encax bersiva şerekî bênavber ku li ser erdnigarîya Misilmanan hatîye ferzkirin, ku wijdan û edaletê xistîye alîyekê, berxwedaneke pîroz e. Van êrîşên dawîn ên ku ji gelek qirkirinên di dîrokê de re dibêje hûn bi merhamet bûn, rûyê zalimê bêmerhamet û rûyê wan ên qirêj in. Meseleya parastina Misilmanan ê Hezretî Muhammed û biryarîya micadeleya wî ya li hember zaliman; ji bo her Misilmanekî ku xwedî îzzet û şeref in distûrekî esas e. Mînakbûna vê berxwedanê; di îzzeta Bedr, îmtîhana Uhud û sebata li hember Artêşên Ehzabê de veşartîye.
2- Qudsîyet; Nîşaneya Cudakirina Heq û Batilê ye: Şahidê Heqîqetê Hz. Muhammed e. (s.a.s.)
Di vê serdama zor û zehmeta ku fitneyên dijwar zêhnên Misilmanan gemar dike de; Fecra sadiqê ku em mihtacê wî ne, di micadeleya mafdar ê micahîdên Filistînîyan de roj bi roj dibiriqe. Heqîqet ewe ku ev herb Herba Furqanê ye. Ji bo însanên ku eql bikin; heq û batil bi zelalî ji hev hatîye veqetandin. Berxwedana Hamas, Cîhada Îslamî, gelê Xezzeyê û mihafizên Mescîdî Eqsayê; êdî ewladên bişeref ên ummetê ku ji esrekî zêdetir e bi zanatî hatine kirin nav xewekî şîyar kirîye. Ên ku şîyar bûne ne Misilman tenê ne; hemû însanên xwedî wijdan ên gelê dewletên emperyalîst jî şîyar bûne.
3- Hamîyet; Hewla Bêdawîya Micadeleyeke Mafdar e: Xwedî Şeref Hz. Muhammed e. (s.a.s.)
Di holê de ye ku ti tesîra mueyyîdeyên dadgehên navneteweyî li ser Îsraîla Sîyonîst û dewletên emperyalîst tineye. Divê gelên Misilman, îdarevanên xwe yên ku xwe kirine pişt beheneya gotina “menfeatên dewletê” bidin tevgerandin. Nexwe, “cenewarê emperyalîst” tenê gelê mezlûmê Filistînê nedaye berçavê xwe ku wan bixwe, ew hemû gelê Misilmanan daye berçavê xwe.
4- Edalet; Temînata Hizûr û Selametê ya li ser Cîhanê ye: Mînaka Rehmê Hz. Muhamemd e. (s.a.s.)
Dînê Îslamê; avaheyatê ye ku edalet, silh û selametê pêşkêşî cîhanê dike. Merhameta bêhempa yê Hz. Pêxember ku ji bo mihafazekirina rûmeta însan nîşan daye, mektebekî bihîkmet ê ku dilan fetih kirîye ye. Micahîdên HAMASê ku ji însanîyetê re -bi tevî cesaretê- merhametê jî dane hînkirin di sekin û tewra ku bi pevguhertina êsîran de nîşan dane, nîşanekî ev rihê pîroz e. Muqayeseyek biwijdan ê ku di şexsê êsîrên Filistînî û Îsraîllîyên Sîyonîst de bê kirin, eyneyekî ku merhameta Îslamê û wehşeta kifrê nîşan dide ye.
5- Şehadet; Encama Paye Bilind a Xwebexşîn û Paqîjîyê ye: Rêberê Cesaretê Hz. Muhammed e. (s.a.s)
Şehadet, encamekî heq ê emrên ku xwe feda kirîne ye. Şehîd, wek lewheyên rê ya micadeleya mafdar e. Ji Şehîdên Tofana Eqsayê wek Îsmaîl Henîyye, Yehya Sînwar, Muhammed Deîf û hemû şehîdên dinê, îftîxarên ummetê ne. Wan şehîdan, ji Misilmanên ku bi nexweşîna mal û milkê dinyayê ketine re, wek mamosteyên pîroz ku xwebexşîntîya ji bo doza Îslamê û paqîjî çawa dibe bi îftîxartî pêşkêş kirine. Ê ku para muminên ku li paş wan mane dikeve jî xwedîderketina mîrasa wan û mesulîyeta meşandina rêya wan e.
6- Biratî; Mesulîyeta Îslamî ya alîkarî û piştgirîyê ye: Mînaka Wefayê Hz. Muhammed e. (s.a.s.)
Micahidên HAMASê û gelê Filistînê ku bi Tofana Eqsayê sîyonîstan têk birin, di vê berxwedana pîroz de tenê hatine hiştin. Ji ber vê yekê hemû Misilmanên cîhanê ji gelê Xezzeyê re deyndar in. Ji nû ve lêkirin û îhyakirina Xezzeyê, mecburîyetekî mesulîyeta me ya Îslamî û Însanî ye. Divê her ferd û civaka Misilman, li gorî qeweta xwe alîkarîya wan bike.
7- Hîkmet; Eyneya Hurrîyet û Sebra Azadîyê ye: Rêberê Xelasîyê Hz. Muhammed e. (s.a.s.)
Hurrîyet, mafekî bingeh a hemû erdnigarîya Misilmanan e. Herbên ku li ser erdnigarîya ku gelên Misilman li wê derê dijîn tên kirin, tu dem ji bo Misilmanan feydeyek nedaye. Dawîbûna herbê ya bi hilweşîna serokên zalim ên ku muselletê erdnigarîya Misilmanan bûne, helbet ji dewamkirina herbê xêrtir e. Em hêvî dikin înqilaba ku li Sûrîyeyê çêbûye, ji gelê Sûrîyeyê re aşîtî û hizûrê bîne. Divê ji xeletîyên berê ders bên girtin û bi nêzikbûneke berfireh dest bi lêkirina nû bê kirin.
8- Wehdet; Bal Kişandineke Bi Qewet a Alîyên Hevpar e: Serokê Misilmanan Hz. Muhammed e. (s.a.s.)
Tofana Eqsayê û geşedanên dawîn, nîşan dane ku alema Îslamê di nav cudahîyekî çawa de ye, van bûyeran dane ber çavên me ku serokên ku ji teref emperyalîstan ve ji serê alema Îslamê re hatine tayînkirin ji bo menfeatên xwe yên şexsî zilletê ji îzzetê re tercîh kirine. Hêzên emperyalîst, bi destê serokên qaşo yên ku muselletê erdnigarîya Misilmanan kirine nexweşînên wek qewmîyetperestî û mezhebperestîyê kurtir dikin, ji şerên îxtîlaf û biratîya ku di encama van nexweşîyan de derketine jî ji xwe re îstîfade dikin. Sekina bêeleqe û xemsarîya ji pirsgirêkên gelê Misilman re yê van serokên qaşoyan, êdî nayê qebûlkirin. Divê gelên Misilman, li dora sazî û rêberên ku ji bo parastina erdnîgariyên me yên bindest micadeleyê dikin, ku mesulîyeta rast hildigirin û di vî warî de îradeyek xurt nîşan didin, bibin yek.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kamyonek li tankerekê qelibî û wergeriya, zarokê 2 salî canê xwe ji dest da û dê û bavê wî jî birîndar bûn.
Li Stenbolê di operasyona li dijî DAIŞê de 20 kes hatin binçavkirin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan weha got, “Di warê taktîkî de helkirina hinek tiştan a îsraîlê, tehdîda mezin a ku di warê stratejîk de ji bona xwe çêdike naguherîne.”
Ji bo banga Platforma Piştevaniya Rojnamegeran a ji bo Filistînê ku di nûçeya sereke de ji bo bîranîna Rojnameger Hîlmî El Feqayî û hemû şehîdên di êrîşên dawî yên li Xezzeyê de şehîd bûne, ekranan ji bo deqekî reş bikin hat kirin.