Wesayît û serwîsa karkeran li hev qelibîn: 2 jê giran 16 birîndar
Li navçeya Suşehrî ya Sêwasê serwîsek karkeran û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê giran 16 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê gundê Arpaviyê di derdorê saetên serê sibehê de qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, serwîsek karkerên HESê di anv de bû û wesayîtek ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Di encama qezayê de bi tevî şofêr û rêwîyan 16 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û hat hînbûn ku ji birîndaran rewşa A.Ç. giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li seranserê Tirkîyeyê ew ê hewayek ewr tesîrdar be. Tê texmînkirin ku germahîya hewayê ew ê ji nişkav de 3 pile û 5 pileyî derkeve ser germahîya demsalî.
Derheqê teqîna ku di febrîqeyek hesin û polan de li navçeya Alîaga ya Îzmîrê qewimîbû û 18 xebatkar canê xwe ji dest dabûn de tehqîqat hatibû destpêkirin, di encamê de 9 şikdar hatin girtin.
Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru, piştî qezaya asansorê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Êlihê qewimî û 8 kes birîndar bûn, banga zêdekirina tedbîran kir.