Wezareta Parastina Neteweyî: Di qezaya helîkopterê ya li Eskîşehîrê de 5 leşkerên me şehîd bûn
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, "Pênc hevalên me yên çekdar ên qehreman ên ku di helîkoptera Hêza Hewayî de xizmet dikirin ku li Eskîşehîrê di firîna perwerdehiyê de ket xwarê, şehîd bûn."
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku helîkoptereke AS-532 a Hêza Hewayî ku ji bo perwerdeyê ji Eskîşehîrê rabû, ketiye xwarê.
Daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî wiha ye: "Pênc hevalên me yên çekdar ên qehreman ên ku di helîkoptera Hêza Hewayî de ku di dema firîna perwerdehiyê de li Eskîşehîrê ket xwarê de xizmet dikirin, şehîd bûn. Em ji Xwedê rehmê li şehîdên xwe dikin û ji malbatên wan ên xemgîn, Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û miletê me yê hêja re sersaxî û sebrê dixwazin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, piştî nîqaşên derbarê projeya avakirina nû ya Mizgefta Meydanê (Mizgefta Mîrekan) a dîrokî de, nivîskar û lêkolîner Abdullah Yaşin daxuyanî da.
Berdevkê HUDA PARê û Endamê Meclisê Serkan Ramanli di 5emîn Kongreya Asayî ya Serokatiya Bjara Denîzliyê ya HUDA PARê de axivî û got, "Her sal hinek sendîka sînorê feqîriyê radigihînin. Bi rastî, divê em sînorê têrbûnê diyar bikin, ne sînorê birçîbûnê."
Li navçeya Hezo ya Êlihê di qezaya trafîkê ya ku du wesayît li hev qelibîn de 8 kes birîndar bûn.