Wezîr Yumakli li dijî şewatên daristanan hişyarî da
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli bang li welatiyan kir ku li hember şewatên daristanan baldar bin û got, "Werin em li daristanan an jî li deverên vekirî agir pê nexin. Werin em ji hemû çalakiyên ku dikarin bibin sedema şewatê dûr bisekinin."
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê şewata daristanan de peyamek parve kir.
Yumakli diyar kir ku 28 hezar personel û 138 hezar dilxwaz, her wiha fîloyên hewayî û bejayî ji bo parastina daristanan 24/7 li ser kar in û wiha li daxuyanîya xwe zêde kir:
"Hêza me ya herî mezin hişmendiya we ye. Werin em agir li daristan an deverên vekirî vênexin. Werin em ji hemî çalakiyên ku dikarin bibin sedema agir dûr bisekinin. Ji bîr nekin, rêya herî hêsan a vemirandina agir ew e ku meriv pêşî li derketina wê bigire." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Di bernameya "Ez Bi Niyet im Ku Xwe Digirim, Fermana Te Fermana Min e" de ku ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatî organîzekirin, bi sedan keçên ciwan kêfa lixwekirina hicabê tehm kirin.
Kabîneya Serokkomariyê, di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de îro li Beştepeyê ew ê bicive. Tê texmînkirin ku di civînê de "rewşa dawî ya aborî, hewldanên têkoşîna li dijî terorê û pêşketinên herêmî" werin nirxandin.