Yapicioglu ji bo Stenbolê peyamek da: "Derbasî be Stenbol!"

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji ber erdhejên ku li Sîlîvrî û Buyukçekmeceya Stenbolê li pey hev qewimîn daxuyanî da û got "Derbasî be".
Piştî erdheja bi lerza 6,2an ku navenda wê li Sîlîvrîya Stenbolê bû, li Büyükçekmeceyê jî li pey hev erdhejek çêbûn.
Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weha nivîsandibû: "Derbasî be Stenbol! Xwedê me ji xerabtir û dûbarebûnê biparêze." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Walîtîya Stenbolê ragihand ku tedawîya 151 welatiyên ku di erdheja bi lerza 6,2an da ji bilindahiyê xwe avêtibûn û birîndar bûbûn, dewam dike û metirsiya canê wan tune ye.
Wezîrê Perwerdehî ya Neteweyî Yusuf Tekîn ragihand ku piştî erdheja bi lerza 6,2 ya ku navenda wê li Sîlîvrîya Stenbolê pêk hat dibistan ji bo 2 rojan hatin tetîklirin.
Li Sîlîvrîya Stenbolê di mezinahîya 6,2yan de erdhejek pêk hat, piştî erdhejê li Buyukçekmeceyê jî di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.