Yapicioglu: Vejîna ummetê bi girêdaybûna sunneta Resulê Xwedê ve ye

Serokê Gişî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di bernameya Mewlûda Nebî ya ku li Stenbolê jit eref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin de, bal li ser zilma li Xezzeyê kişand û îfade kir ku belavbûna ummetê ji ber dûrketina sunneta Resulê Xwedê ye.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya Mewlûda Nebî ya bi navê “Rêberê Berxwedanê Hz. Muhammed” li Bagcilara Stenbolê hat lidarxistin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû jî beşdarê bernameyê bû û ji ÎLKHAyê re axivî.
Yapicioglu got, “Bernameya bi vê navê, “Rêberê Berxwedanê Hz. Muhammed” hatiye lidarxistin li gor min gelek manîdar e û xweş e. Em belav û perçe bûn. Em ji sunneta cenabê Pêxember dûr ketin. Li gor berê zêdetir îhtiyaciya me heye ku em Wî ji nû ve fam bikin, yad bikin û sunneta wî tetbîq bikin. Ev bernameyên ku bi vê rengê tên lidarxistin wê şewqa me zêdetir bikin sunneta Pêxember nas bikin û tetbîq bikin.”
Yapicioglû bal kişand ser qirkirina li ser Xezzeyê tê kirin û temennî kir ku bernameyên bi vê rengê bibe şiyarbûna ummetê û wiha li axavtina xwe zêde kir:
“Xwînrijandina li Xezzeyê hêj dewam dike. Êş û jana me dewam dike. Helbet ev êş û jan ne bi tena serê xwe ye. ji ber vê yekê di navenda me û roja ve me de ew e. Di navenda me de berxwedan heye. Xweda vê bernameyê bike wesîleya xêrê û şiyarbûna ummetê. Bibe wesîleya ji dûrketina mehepperestî û meşrebperestiyê. Bibe wesîleya ji dûrketina ji qewimyetperestiyê ku em bibin yek hêz û quwet. Daku em biçin alîkariya birayên xwe yên Xezzeyê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şîmşek di axaftina xwe ya li bernameya ku li Wanê hat lidarxistin de ser girîngiya berxwedana li dijî zilma ku li alema Îslamê tê jiyîn bal kişand û weha got: "Me dev ji exlaqa berxwedanê ya Pêxemberê xwe berda, ji ber vê yekê em di vê rewşê de ne."
Li navçeya Canîk a Semsûnê di encama hezazê de bav û 2 zarok canê xwe ji dest dan, der barê bûyerê de tehqîqata edlî hat destpêkirin. Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku dê bûyer bi hemû aliyan ve bê lêkolînkirin.
Li navçeya Sîvrîceya Xarpêtê di mezinahîya 4,9an de erdhejek pêk hat.