Berdevkê HUDA PARê Emîroglu: Em ji rayedarên hikûmetê yên li Tirkîyê re vê yekê dibêjin. Çi karê Amerîka û îsraîlê li vê derê heye?

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê li ber Balyozxaneya Amerîkaya îşxalker a ku bi şiklekî bêsînor destekê dide îşxalkeran bang li welatîyan kir destnîşan kir ew ê heta dawîyê destekê bidin Filistîn û doza Filistînê.
Siyonistên îşxalker doh êvarî ji behr, bejahî û asîmanê êrîşên xwe yên hovane zêde kirin. Di encama êrîşên hovane yên ku hatin kirin de bi sedan Filistînîyên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hebûn şehîd bûn.
Bi êrîşên hovane Misliman li çar alîyên welêt daketin meydanan û êrîşên siyonistan telîn kirin.
Li Enqereyê jî di pêşîvantîya HUDA PARê de Misliman li ber balyozxaneya Amerîkaya îşxalker civîyan û daxuyanîyek hat dayîn.
Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê li ber Balyozxaneya Amerîkaya îşxalker got ku divê îdarevanên Mislimanan gavên dîtbar bavêjin û got “Em mecbrûn in li çar alîyê erdnigarîya Îslamê zextan li hikûmetên xwe bikin da ku di vî warî de hinek gavan bavêjin. Naxwe ev mesele bi meseleya Filistînê sînordar nîne. Ev mesele ne meseleya Ereb û Cihîyan e. Ev 75 sal ku em wisa xapandin. Gotin ku “Ev yek meseleya Ereb û îsraîlê ne.”
Emîroglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev micadele êdî bi civîn û daxuyanîyan divê neyê domandin û wiha got:Civîna me rêbazeke micadeleyê ye. Mîtîng, daxuyanî û li hev kom bûn tev baş in. Lê belê divê êdî em gaveke ji van mezintir bavêjin. Em ji rayedarên hikûmetê yên li Tirkîyê re vê yekê dibêjin. Çi karê Amerîka û îsraîlê li vê derê heye? Divê em încîrlîkû Kurecîkê bidin girtin. Hekena ew ê sibe dusibe em ê bi van tiştan re rûbirû bimînin.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bazara dîrokî ya Entabê amadekariyên Cejna Remezanê ya ku tê kirin bi dawî bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.
Bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hejmara wekîlên Enqere, Mûgla, Riha, Erzirom, Yozgat û Bayburt de bên hilbijartin de, guhertin hatin kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn de careke din wek Serokê Giştî yê AK Partîyê hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir.