Yapicioglu bi telefonê Serokkomar Erdogan pîroz kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn de careke din wek Serokê Giştî yê AK Partîyê hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir.
Yapicioglu telefonî Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku di 8emîn Kongreya Asayî ya AK Partîyê de ji nû ve wek Serokê Giştî hatibû hilbijartin kir û pîrozbahî li wî kir.
Di daxuyanîya ku li ser hesaba medyaya civakî ya HUDA PARê hat dayîn de derbarê mijarê de weha hat gotin: " Serokê me Birêz Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn a AK Partîyê de ji nû ve wek Serokê Giştî hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir. Serokê me yê Giştî ku daxwaz kir bila kongre ji xêran re bibe wesîle, ji bireveberîya nû re jî serfirazîyê xwest." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bazara dîrokî ya Entabê amadekariyên Cejna Remezanê ya ku tê kirin bi dawî bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.
Bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hejmara wekîlên Enqere, Mûgla, Riha, Erzirom, Yozgat û Bayburt de bên hilbijartin de, guhertin hatin kirin.