Berdevkê HUDA PARê Emîroglu: Divê hikumet ji ev provokasyonên gemar re heta ku dereng nebûye bila tedbîran bigre

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu derheqê rojeva hindir û derve de nirxandina partîya xwe parve kir.
Emîroglu derheqê nîjadperestî û neyartîya miltecîyan, êrîş û heqaretên ku ji nirxên Îslamê re tênê kirin, alîkarkirina ji cotkaran re, di dibistanan de kitêbên zêde yên ku ji malbatên feqîr tênê xwestin û xizmetdayîna doxtortîya diranan de nirxandinan kir.
“Her gavê ku li welatên Îslamê beşên civakî li dijî hev derxîne, lîstika emperyalîzm û siyonîzmê ye”
Emîroglu di axavtina xwe de bal kişand ku nîjadperestî û neyartîya miltecîyan a ku bi şekleke sîstematîk û rêxistinê tê sorkirin, gihaştîye rewşa xerakirina hizûr û aştîya civakê.
Emîroglu li ser vê gotinê bal li talûkeya ku li ser Tirkîyeyê ye kişand û dûre weha got:
“Bi hinek destên tarî yên ku bi rejima îşxalker a sîyonîst re di nav minasebetên şikdar de ne ve prowayên herba navxweyî tê kirin, bi desteka medyaya civakî provokasyona gemar tênê lidarxistin. Di encama provokasyona ku tênê kirin de zarok, pîrek û însanên mesûm dûçarê êrîşan dibin û zerarê dibînin. Her gavê ku li welatên Îslamê beşên civakî an bi mezhebî an jî bi nîjadî li dijî hev derxîne, lîstika emperyalîzm û siyonîzmê ye. Wan kesên ku bi navê welat û miletê aleta ev leyîstikan dibin maşika emperyalîstan û pîyonekî hêsan e.”
“Leyîstika gemar a ku çiqas jî fîguranên wan hatine guhertin lê armanca wê nehatîye guhertin cardin tê xwestin ku bê pêşkêşkirin”
Emîrogluyê ku diyar kir alema Îslamê ji leyîstikên gemar re ne biyanî ye weha got: “Ji sed salî zêdetire bi leyîstikên ewakî ji erdnigarîya me re operasyon hatîye kirin. Xelkên Misilman, bi sînorên ku bi destan hatine çêkirin re ji hev re hatine neyarkirin. Îro Leyîstika gemar a ku çiqas jî fîguranên wan hatine guhertin lê armanca wê nehatîye guhertin cardin tê xwestin ku bê pêşkêşkirin. Divê xelkê me sedema wê çi dibe bila bibe ji van senaryoyên gemar re prîm nedin; divê ciwanên me ji hemû tiştên ku hizûr û aştîyê hedef digre xwe dûr bixin. Divê hikumet ji ev provokasyonên gemar re heta ku dereng nebûye bila tedbîran bigre. Divê hemû provokasyon û xeberên ku beşên civakî li hemberî hev sor dixin li gorî hiqûqê bêceza nemîne û divê wan cezayan jî pêxî be.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bazara dîrokî ya Entabê amadekariyên Cejna Remezanê ya ku tê kirin bi dawî bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.
Bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hejmara wekîlên Enqere, Mûgla, Riha, Erzirom, Yozgat û Bayburt de bên hilbijartin de, guhertin hatin kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn de careke din wek Serokê Giştî yê AK Partîyê hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir.