HUDA PAR: Divê em rê nedin ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê bikevin talûkeyê
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr derheqê rojeva derve de nirxandina partîya xwe kir.
Serokê Peywendiyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, li ser hevsengiya hêzê ya di siyaseta navxweyî ya Emrîkayê de û geşedanên sîyasî yên dawî yên li Herêma Kurdistanê nirxandinên xwe pêşkêş kir.
"Divê em rê nedin ku destkeftiyên me bikevin talûkeyê"
Îmîr behsa pêşketinên sîyasî yên dawî û rageşiyên zêdebûyî yên li Herêma Kurdistanê kir û got, "Geşedan û daxuyaniyên hatine dayîn ji aliyê aramiya sîyasî, yekparçeyiya saziyan û aştiya civakî ya Herêma Kurdistanê ve nîgeran in. Destkeftiyên ku gelê Kurd di gelek salan de bi bedelên mezin bi dest xistiye, divê ji ber nakokiyên sîyasî neyên talûkekirin."
"Divê diyaloga rasterast û avaker bê şert û merc dest pê bike"
Îmîr, bang li hemû aliyan, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir, ku ji daxuyanî û kiryarên ku dibin sedema zêdebûna aloziyan dûr bisekinin û bi aqil û berpirsiyariyê tevbigerin:
"Ji bo ku krîza heyî hîn kûrtir nebe, divê pêvajoyek diyalogê ya rasterast û avaker di navbera aliyan de, bêyî tu şert û mercan, bi lezgînî were destpêkirin. Nakokiyên sîyasî divê li ser bingeha têgihîştin û lihevkirina hevbeş werin çareser kirin."
Îmîr di derbarê hilbijartinên navîn ên Emrîkayê de got, "Gelo piraniya Kongresê dikeve destê Demokratan an Komarîyan de ti girîngiyekê nade. Ji ber ku hevsengiya sîyasî ya guherbar li Washingtonê polîtîkayên emperyalîst ên şer, îşxal û îstismarkirinê yên Emrîkayê naguherîne. Nimûneyên herî zelal ên vê yekê îşxalkirina Iraq û Efxenistanê ne. Îşxalkirina Iraqê, ku di dema rêveberiya George W. Bush ê Komarî de dest pê kir, bi piştgiriya Demokratan berdewam kir. Ji aliyê din ve, îşxalkirina li Efxenistanê di dema serokatiya Serokê Demokrat Barack Obama de berfireh bû, û bi deh hezaran leşkerên Amerîkî yên din ji welêa re hatin şandin."
"Qirkirina Xezzeyê sîyaseta hevpar a herdu aliyan eşkere kir"
Îmîr tekez kir ku bûyerên heyî yên li Xezzeyê stratejiyên hevpar ên gerdûnî yên Komarparêz û Demokratan bi awayekî herî zelal eşkere dikin û daxuyaniya xwe bi van gotinan dawî kir:
"Rêveberiya Serokê Demokrat Joe Biden bi milyaran dolar piştgiriya leşkerî û darayî daye rejîma terorîst a sîyonîst, sewqiyata çekan berdewam kiriye. Ji ber vê yekê, di sîyaseta Amerîkî de, tenê partî guheriye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bona ku deklarasyona şeffaf a mal û milkên siyasetmedaran garantî bike û rê li ber bêserûberiyan di îhaleyên giştî de bigire "Qanûna Exlaqa Sîyasî" ya berfireh careke din di rojevê de ye. Pirsên wekî Mertala parastina dadwerî ji bilî parêzbendiya parlamenteran çawa tesîrê li gendeliya di sîyasetê û pêvajoya hesabdayîna qanûnî de dike? Ma parêzbendî astengiyek ji bo paqijkirinê ne?" dîsa têne nîqaşkirin.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, sîstema kapîtalîst rexne kir û got ku divê sîstemeke aboriya bê faîz a ku li ser bingeha ked, hilberîn û dabeşkirina adil e were bicîhkirin.
Kongreya Asayî ya 5emîn a Serokatiya Bajêra Dîyarbekirê ya HUDA PARê bi beşdarbûna Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglu hat lidarxistin. Di kongreyê de ku bi lîsteyek yekane ya namzedan hat lidarxistin, Serokê heyî Zeynulabîdîn Gulsever ji nû ve hat hilbijartin.