Serokê Bajara Edeneyê yê HUDA PARê Demîr: Makeqanûna ku di rewacê de ye lazimatîyan nikare bicîh bîne

Serokê Bajara Edeneyê yê HUDA PARê Salîh Demîr ku diyar kir divê guhertina makeqanûnê bi mitebeqetekî hevpar bê kirin weha got, “Makeqanûna ku di rewacê de ye lazimatîyan nikare bicîh bîne.”
Tirkîye, bi îdarebûna Makeqanûna 1982yan ku bi derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hatibû çêkirin û digel derbasbûna 42 salan e berdewam dike.
Demîr ku bal kişand Makeqanûna Derbeyê tenê derbekaran memnûn dike weha got, “Kî ji Makeqanûna Derbeyê memnûn dibe, yên ku wî hazir kirine yanê derbekeran memnun in. Ev Makeqanûneke ku ji sala 1980an heta niha ev bû 43 sal e di rewacê de ye lê her kes jî jê gilîdar e ye. Helbet ew ji bicîhanîtina lazimatîya civakî re gelek gelek dûr e.”
“Gerek xeta sor a her nêrînê, her îdeolojîyê, her fikrê û her partîyê di berîka wî de be”
Demîr îfade kir ku ew bi partîtî heta di pileya serokê giştî de jî di her platformê de ev lazimatîyê tînin ziman û wî dûre weha got, “Ger ku makeqanûnekî bê çêkirin, divê hemû civakê û hemû pileyan memnûn bike û razî bike. Ew ê pisporên vê karê werin cem hev, mirovê ku di vê welatê de dijî û fikra wî, zikra wî, îdeolojîya wî heye û di vê welatê de jî alîkarên wî hene di vê meseleyê de xwedî maf e. Ew ê pisporên ku mafên wan hene werin cem hev lê dema ku ew werin cem hev jî bi taybetî ez binê vê xêz dikim xeta sor a îdeolojîya xwe, fikra xwe û partîya xwe di berîka xwe de bihêle. Divê bi giştî çarçoveyeke ku hemû kez jê razî bibin bê çêkirin.”
“Em destê xwe bikin binê kevir û ji makeqanûna derbeyê ji holê rabikin”
Demîr îfade kir ku divê pêşniyarên makeqanûnê ji ziman û uslûba inyatkirinê dûr be bê domandin û dûre wî weha axavtina xwe dawî kir:
"Pêwîst e ku çarçoveyek were çêkirin û destûrek bingehîn were nivîsandin û derxistin, bawerî û nirxên piraniya civakê li ber çavan bê girtin. Serokê me vê yekê di her platformê de tîne ziman û heta çareseriyê em ê dengê xwe bidin. Werin em destên xwe têxin binê kevir û vê makeqanûna darbeyê ji holê rabikin. Ji bo siberoja xwe ya bextewartir tiştekî saxlemtir derxin pêş. Werin çarçoveyek ku dê hemû qatên civakê rehet bike çêbikin. Ji bo avakirina çarçoveyeke ku hemû qatên civakê rehet bike, pêwîst e. Li gorî pêşeroja vî welatî, nifşên paşerojê yên vî welatî her tişt dikare bibe, her tişt dikare biguhere. Ji ber vê yekê çêkirina makeqanûnekî şert e û em ê ev daxwzîyê jî berdewam bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bazara dîrokî ya Entabê amadekariyên Cejna Remezanê ya ku tê kirin bi dawî bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.
Bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hejmara wekîlên Enqere, Mûgla, Riha, Erzirom, Yozgat û Bayburt de bên hilbijartin de, guhertin hatin kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn de careke din wek Serokê Giştî yê AK Partîyê hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir.