Siyasetmedaran ji ber bûyeran ji Gurcistanê re bertek nîşan didin
HUDA PAR û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik li hember tundiya li dijî alîgirên Beşîktaşê yên ku pankartek piştgirîya Filistînê vekirine, bertek nîşan dan.
Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê medyaya civakî yê HUDA PARê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku destwerdana tund a polêsên Gurcistanê li dijî alîgirên Beşîktaşê yên ku di maça li dijî taximek sîyonîstan de li Gurcistanê pankarta bi nivîsa "Li dijî dagirkeriyê serhildan, ji bo Filistînê azadî" nîşan dan nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de, ku bal kişand ser helwesta alîgirên Beşîktaşê ya ji bo piştgiriya Filistînê, wiha hat gotin: "Em silavê didin alîgirên Beşîktaşê yên ku helwesteke bi rûmet nîşan dane."
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik jî di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku destwerdan û tundûtûjiya li dijî alîgirên Beşîktaşê yên ku di maça li Gurcistanê de pankarta "Azadî ji bo Filistînê" û ala Filistînê nîşan dan nayê qebûlkirin.
Çelîk diyar kir ku alîgirên Beşîktaşê li ser navê mirovahiyê dengê xwe bilind kirine û got, "Alîgirên Beşîktaşê li ser navê tifaqa mirovahiyê axivîn û bûn dengê mirovahiyê."
Çelîk diyar kir ku wan provokasyonên taxima sîyonîstan li ser qadê bi tundî şermezar kirin û ji bo alîgirên ku di bûyeran de birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê sersaxî xwest.
Çelîk destnîşan kir ku ew rewşa welatiyan ji nêz ve dişopînin û tekez kir ku Tirkîye û hemû tifaqa mirovahiyê li gel Beşîktaşê ne.
Çelîk her wiha rexne li pêkanînên derbarê maçên ku taximên Tirkîyê li dijî taximên sîyonîstan dilîzin kir û bêparhiştina mafê taximan ji bo lîstina maçan li welatê xwe û li ber çavên alîgirên xwe wekî nebûna prensîbê û pîvanên dualî bi nav kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li dijî biryarên hikûmeta Iraqê yên derbarê Herêma Kurdistanê de li Hewlêrê, Duhok û Zaxoyê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, bal kişand ser felaketa mirovî ya ku ji ber şert û mercên zivistanê û dorpêçê li Xezzeyê kûrtir dibe û bang li welatên Îslamî û civaka navneteweyî kir ku ji bo gelê Xezzeyê gavên berbiçav bavêjin.
5emîn Kongreya Asayî ya Bajarê Mêrsînê ya HUDA PARê bi beşdariya Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu û Parlamenterê Mêrsînê Faruk Dînç li Qesra Kongre û Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin.