Yapicioglu: îsraîl li ser rûyê erdê rêxistina terorê ya herî bi tehlûke ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê bi endamên çapemenîyê re hat ba hev û derbarê rojevê de nirxandinan kir.
Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de balan kişand li ser zilm û zordarîya ku ji teref siyonistên terorîst ve tên kirin û di vê pêvajoyê de helwesta ku çapemenî nîşan dide û bang li hikûmetê kir da ku pêwendîyên xwe bi rejîma terorê qut bikin.
“Îşxalker bû ‘hêza meşrû’ û berxwedêr jî bûn “terorîst”
Yapicioglu di destpêka nirxandina xwe ya ku kir de derbarê helwesta ku derheqê îşxalker û berxwedêran de tên nîşandan de got ku “Dema ku siyonistan dest bi qetlîamê kirin ew kesên siyasetmedar, îdarevanên dewletê û sazîyên çapemenîyê yên ku li terefê wan bûn gotin ku ‘mafê wan heye ku xwe biparêzin.’ Ji îşxalê re gotin ‘operasyon’, ji berxwedanê re jî gotin ‘teror’. Dema ku di navbera berxwedêr û siyonistan de şer û pevçûn derket û bebek ji teref siyonistên îşxalker ve hatin qetilkirin ev kes gotin sîwîl ‘mirin’. Vê mirinê weke mirineke ji ber nexweşî yan jî ji ber sedemeke ji rêzê nîşan dan. Dîsa ev kes rabûn wan kesên ku li dijî qetlîamê rabin bi sûcê antîsemîtîzmê sûcdar kirin. Di vê pêvajoyê de îşxalker bû ‘hêza meşrû” û berxwedêr jî bûn “terorîst”.
“îsraîl li ser rûyê erdê rêxistina terorê ya herî bi tehlûke ye”
Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser terorîstbûna îşxalkeran û derbarê mijarê de wiha got: “Ji kuştina zarok û pîrekan tiştekî xirabtir jî heye; ew jî meşrûnîşandana vê yekê ye. Ev yek hezar qet ji kuştina zarok û pîrekan xirabtir e. Ew radibin vê yekê aşkere dibêjin û ji xwe re heq dinînin. Û temamê dinyayê weke ku sihr li wan hatiye kirin radibin dibêjin ‘mafê îsraîl a parastina xwe heye.’ Hetta hinek zanayên wan radibin dibêjin ev zarok mezin bibin ew ê bibin terorîst û rabin Yahûdîyan bikujin. Yanî li gor wan zarok be jî bebek jî divê bê kuştin. Ji ber vê yekê divê bê zanîn ku îsraîl li ser rûyê erdê rêxistina terorê ya herî bi tehlûke ye.
“Temamê têkilî û pêwendîyên xwe bi rejîma siyonist re qut bikin”
Yapicioglu di dawîya nirxandina xwe hêvî û talebên xwe yên ji hikûmetê bi rêz kir û got “ Dema ku Amerîka Qudsê wek paytexta îsraîlê nas kir, me bang li temamê alema Îslamê kir da ku pêwendîyên xwe qut bikin û wê wek dewlet nas nekin. Sehaya xwe ya hewayê ji wan re bigrin, lîmanên xwe ji wan re bigrin û bi wan re bazirganîyê nekin. Ji bo Xwedê hûn nikaribin tiştekî bikin heta ku ev qetlîam bi dawî bibe rabin bibêjin heger tu nehêle alîkarîya însanî biçe wê derê ez temamê pêwendîyên bi te re qut bikim. Em cardin dibêjin; temamê têkilî û pêwendîyên xwe bi rejîma siyonist re qut bikin.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bazara dîrokî ya Entabê amadekariyên Cejna Remezanê ya ku tê kirin bi dawî bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.
Bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hejmara wekîlên Enqere, Mûgla, Riha, Erzirom, Yozgat û Bayburt de bên hilbijartin de, guhertin hatin kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn de careke din wek Serokê Giştî yê AK Partîyê hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir.