Yapicioglu banga girtina baregehên Kurecîk û Încîrlîkê kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku êrîşa rejima îşxalker a li ser Xezzeyê wek jenosîd û qirkirinê bi nav kir û diyar kir ku divê Tirkiye dîplomatên li Tel Avîvê vekşîne.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bertek nîşanî êrîşa dijwar a vê êvarê ya rejima îşxalker da diyar kir ku divê Tirkiye baregehên Kurecîk û Încîrlîkê bigire û divê dîplomatên li Telavîvê bikşîne.
Peyama ku Yapicioglu li ser medyaya civakî parve kir wisa ye:
Li Xazzeyê jenosîd heye.
Li Xazzeyê mirovahî tê kuştin.
Şebekeya terorîst ya siyonîst bi cesareta nebûna berteka cîhanê, tundiya êrişên xwe zêde dike.
Xezeya ku av, ceyran û pêwendiya wê tune ye pêwendîya wî ji dinyayê qut bûye.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bazara dîrokî ya Entabê amadekariyên Cejna Remezanê ya ku tê kirin bi dawî bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.
Bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hejmara wekîlên Enqere, Mûgla, Riha, Erzirom, Yozgat û Bayburt de bên hilbijartin de, guhertin hatin kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn de careke din wek Serokê Giştî yê AK Partîyê hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir.